Amerîka hêzên zêdetir bir Rojavayê Kurdistanê
Malpera World Socialist Web Site babetek di derbarê aloziyên vê dawiyê ya Sûriye belav kiriye û balkişandiye li ser wê yekê ku bi dirêjahiya heftiya derbasbûyî Amerîka hêzeke zêdetir şandiye navçeyên Rojhilata Firatê û armanca wî ewe bi tevahiya navçeyê kontrol bike û ti astengiyek ji bi cîhkirina peymana neftî ya di navbera kompanya neftî ya Amerîka û Kurdan de nehêle.
Babeta ku ji aliyê Bill Van Auken hatiye nivîsandin û li gor çavkaniyên wan heftiya derbasbûyî bi awayeke rojane karwanên berfirehên hêzên Amerîka ji Herêma Kurdistanê ve çûne Sûriye û berev navçeyên dewlemendên bi neftê ve çûne û li wan deveran bi cîh bûne. Eve jî piştî wê yekê tê ku li rêya Esed û Îran û tirkiye û Rûsya ve hewleke berdewam heye, da ku eşîrên Erebî li navçeyê dijî Kurdan bikarbînin û wan berdin hev û êrîşan li ser kêlgehên neftiya li devera Dêrezûr û Hesekê encam bidin.
Li gor nivîsê karwanên hêzên Amerîka ne tenê ji otombêlên Hummer pir serbaz bûne, belku tankên serbazî û tankerên veguhestina neftê û barhilgirên mezinên pi bi çek jî hebûn ku ber bi navçeyên germ yên di navbera Kurd û Erebên devera Dêrezûrê çûne û li kêlgehên neftê bi cîh bûne.