Amerîka hewl dide herêmeke Sunne li Iraqê ava bike

Amerîka ji bo derketina ji tengasiya di çend hefteyên derbasbûyî de li Iraqê, dest bi hewlekê kiriye ji bo pêkanîna herêmekê bo Sunneyan. Ev hewl beşek e ji karvedanên Amerîkayê li hember guşarên partiyên Şîe yên Iraqê ku daxwaza derketina hêzên Amerîkî ji Iraqê dikin. Eger ew plan serbikeve, Îranê ji wê girêdanê bêbeş dike ku bo temamkirina projeya Hîlala Şîe pêwîstî pê heye.

Karbidestekî Şîe ji malpera Middle Easty Eye ya Qeterî re radigihîne, “Yekîtiya Iraqê êdî di ewlewiyeta Amerîkayê de nîne, eger Amerîkî di hewldanên bo hiştina hêzên xwe li Iraqê bi bin bikevin, ew ê bi cidî kar bo cîbicîkirina wê projeyê bikin.”

Projeya dabeşkirina Iraqê bo sê herêmên Şîe, Sunne û Kurd tiştekî nû nîne. Di Gulana 2006an de, Joe Biden ku wê demê senatorê Demokratan bû, di gotareke xwe ya di New York Timesê ya Amerîkî de, li jêr navê, ‘Yekperçeyî bi rêya otonomiyê li Iraqê’, pêşniyaz kiribû ku Iraq bo 3 herêman bê dabeşkirin û beşek ji wê projeyê bo wê bû, “Bi rêya nenavendiyê Iraq yekgirtî bê hiştin.” Ew pêşniyaz di serdemekê de bû ku şerê taîfî di navbera Şîe û Sunneyan de di lûtkeyê de bû.

Wê demê Sunne ne li gel wê projeyê bûn, Salih Mutleg, di daxuyaniyeke xwe de sala 2008, bo ajansa Reutersê, gotibû, “Me di dema ragihandinê de ew proje red kir û niha jî red dikin. Iraq nikare dirêjiyê bi xwe bide, eger yekperçe nebe.”

Berpirsekî berê yê îdareya Amerîkayê û agahdar ji plana Amerîkayê, ji malpera Qeterî re ragihand, “Pêkanîna herêma Sunneyan weke porjeyekê her dem li gel Amerîkiyan hebûye.” Ev jî weke hewlek bo rêgirtina li wê ye ku Îran sînorê nifûza xwe ji Iraqê ber bi deryaya naverast ve dirêj neke.”

Ev herêma Sunne ku niha behs li ser tê kirin, ji her sê parêzgehên Enbar, Selahedîn û Newnowayê û herwiha ji beşeke parêzgeha Diyalayê pêk tê ku bi wî awayî beşa Şîeyên Iraqê bi temamî ji Sûriyê tê birîn.

Ew berpirsê berê yê îdareya Amerîkayê dibêje, “Ew projeya Amerîkayê ne ya Sunneyan e. Hebûna hêzên Amerîkayê garantiyek bû bo Sunne û Kurdan, eger Amerîkî neçar bibin bo bicîhiştina Iraqê, pêkanîna herêmeke Sunne li rojavayê Iraqê planeke bo rêlibertina Îranê û hêzên wê li Rojhilata Navîn. Em behsa pêkanîna dewletekê dikin, ne ku behsa herêmeke îdarî.”

Agirê şer li ser xaka Sunneyan

Ji sala 2003an ve Iraq meydana sereke ya milmilaneya Amerîka û Îranê ye li Rojhilata Navîn. Ew milmilane roja 3ê Çileya îsal derbas bû bo asteke hestyar ku firokeya bê pîlot a Amerîkayê Qasim Sulêyman, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran û Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, li Bexdayê kirin armanc.

Piştî kuştina wan herdu fermandaran ku roleke wan a bilind hebû di cîbicîkirina siyaseta mîhwerê Şîe de, piraniya parlamenterên Şîeyên Iraqê, di kombûna parlamentoyê de, daxwaz ji hikûmeta wî welatî kirin dawî li 17 sal hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê bîne. Di wê kombûnê Kurd û Sunne beşdar nebûn.

Li gor heman raportê, piraniya parlamenterên Sunne ji tirsa karvedanên Şîeyan, berê xwe dane Hewlêr û Urdinê, li wir jî li gel berpirsên Amerîkî civiyane bo behsa ‘bijardeyên li ber destê herdu aliyan’ bikin, di demekê ku bûyerên rojên destpêka îsal, Sunne neçar kirine li alternatîvan bigerin ku ji hemûyan zêdetir damezrandina herêma Sunneyan derdikeve pêş.

Roja 8ê Çileyê Îranê êrişeke mûşekî bire ser binkeya Eyn Esed li Enbarê û binkeyeke din a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, bêyî ku ti kuştinek tê de çê bibe. Kêmtir ji 24 demjimêran, David Schenker, alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarê Rojhilata Nêzîk rasterast, bêyî ku biçe Bexdayê hate Hewlêrê. Di wê serdana xwe de jî, li gel Mesûd Barzanî, Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û berpirsên din ên Kurdistanê kom bû.

Daxuyaniyên hikûmeta Amerîkayê behsa kombûnên Schenker li gel Erebên Sunne nake, lêbelê hejmareke zêde ya çavkaniyan ji wê malpera navborî re aşkere kirine ku hem Schenker û hem Steven Fagin, Konsolê Amerikayê li Herêma Kurdistanê, li gel hejmareke siyasetmedarên Sunne kom bûne û behsa, ‘karvedanên biryara parlamentoya Iraqê’, ‘metirsiya li ser Sunneyan’ û ‘çareseriya wan herdu kêşeyan’ kirine.

Schenker heman rojê serdana Îmaratê jî kir û li gor daxuyaniya hikûmeta Amerîkayê di wê seredanê de ‘bi rêkevt’ li gel Mihemed Helbusî, Serokê Parlamentoya Iraqê kom bûye. Piştî wê kombûnê Helbusî li gel serkirdeyên Sunneyên Iraqê kom bûye. Parlamenterekî Iraqî ku di wê kombûnê de amade bûbû, dibêje, “Daxwaza herêmekî bingeheke taîfî nîne, li ser bingeheke îdarî ye bo rêvebirina parêzgehên me. Beşdarên civînê li gel wê bîrê kok bûn û gotin di demeke guncaw de pêşkêş dikin.”

Helbusî di twîtekê de roja, 12ê Çileyê de planekê bi wî şeklî û guftugoyên derbarê wê planê de red kirin, lêbelê hejmarek ji hevpeymanên Helbusî behsa wê dikin hevbeşa siyaseta wan rijd e ser li wê planê.

Ebdulla el Xirbît, parlamenter û hevpeymanê Helbusî, derbarê wê mijarê de ji malpera Qeterî re ragihandiye, “Guftugo li ser vê mijarê ranewastyane û dê zêdetir behs li ser bê kirin. Dema em dibêjin, em nenavendiyê li Iraqê dixwazin, ev mijareke ku dibe behs li ser were kirin. Lêbelê em federalîzm û konfederalîzmê qebûl nakin, ji ber ku ew bi wateyên dabeşkirina Iraqê ne.”

Serkirdeyekî din ên Sunne jî wê dûpat dike ku “kombûn gelek bi germî tên kirin, hemû serkirdeyên Sunne jî tê de beşdar in, lêbelê bo raya giştî nayê aşkerekirin, ji ber ku çaverêyî rewşê dikin ku tê de parastî bin.”

Ti ji wan serkirdeyên Şîe û Sunne ku ji malpera Qeterî re axivîne, derbarê hurgûliyên wê projeyê tiştek belav nekirine ku sînorê wê herêmê û mekanîzmaya bo çareserkirina kêşeyên heyî jî di nav de. Serkirdeyên herdu aliyan dibêjin, ew proje niha tenê weke bîrokeyekê ye.

Madeyên 116 û 119 ên destûra Iraqê bi diyarkirî behsa mafê pêkanîna herêman di çarçoveya sîstema federalî de dikin û mekanîzmayên çawaniya wî mafî jî diyar dikin. Serkirdeyekî bilind ê Sunne amaje bi wê dike ku piştî pêkanîna wê herêmê, di çarçoveya federalî yan konfederalî de bi Herêma Kurdistanê ve girêdidin, ev jî bo wê ye, “Sunne û Kurd li ser Kerkûk û navçeyên kêşe li ser, tûşî şer û pirsgirêkan nebin.”

Ev jî piştî qonaxa îtîrafpêkirina navdewletî dibe, lêbelê cihê balkêşiyê ye ku Kerkûk di nav wê projeyê de nîne.

Piştgiriya Kendavê

Li gor wê raportê, welatên Kendavê bi serpereştiya Siûdî û Îmaratê piştgiriya vê projeyê dikin. Serkirdeyekî Sunne yê agahdar ji guftugoyên derbarê wê projeyê de, dibêje, “Alîkariya darayî, guşara navdewletî û hêza serbazî ya pêwîst bo pêkanîna vê herêmê, li ber dest e. Ne Îran û ne jî hêzên Şîe nikarin li dijî vê projeyê rawestin, ji ber ku Amerîka û welatên Kendavê piştgiriyê li projeyê dikin.”

Beşa zêde ya wê navçeya ku behs li ser tê kirin, di heyama çend salên derbasbûyî de ji ber şerê li dijî DAIŞê wêran bûye. Ew serkirdeyê Sunne dibêje, “Behs li ser pere û weberhênanekê ye ku Enbarê dike deşteke kesk û navçeyên wêranbûyî yên Mûsil û Selahedînê pê tên avedankirin.”

Li gor heman raportê, Sunne çaverêyî encama xwepêşandanên li Iraqê ne ku 4 meh in berdewam in, eger xwepêşander bikarin hikûmeta Iraqê neçar bikin bo ku xem li hemû Iraqiyan bixwe, ew jî dê dawî li projeya pêkanîna herêmekê bînin. Lêbelê roja Şemiya derbasbûyî, hêzên emnî yên Iraqê, li meydana Tehrîrê êrişî xwepêşanderan kirin û konên wan şewitandin ku di wan bûyeran de hejmarek ji xwpêşanderan hatin kuştin.

Serkirdeyekî bilind ê Sunne hişyariyê dide ku eger di encama xwepêşandanan de daxwazên Sunneyan bicih neyên, ew ê li gel hev piştgiriyê li projeya herêmbûnê bikin û dibêje, “Sunne naxwazin beşek bin ji Hîlala Şîe û amade nînin mil bo kontrola Îranê bidin. Ji ber wê yekê pêşniyaza pêkanîna binkeyên serbazî li Amerîkayê kirine li ser xaka xwe û li hember jî daxwaz piştevaniya pêwîst dikin bo pêkanîna wê herêma ku dixwazin çê bikin.”

 

Rûdaw

Nerîna min :