Polîtîk
Amerîka Helîkopterên Apaçî û Firokeyên F16 dide Bexda
Meha pêş de Firokeyên Amerîkiyan dikeve destê artêşa Iraqê û ji aliyeke din ve jî tirsa bi karanîna wan çekan li pirsên hundirê Iraqê de heye.
Li gor raporekî rojnameya The New Yorker Amerîkayî biryare li meha pêş de çendîn firokeyên serbazî yên pêşketî li cûreya Apaçî ji aliyê Amerîka ve radestî artêşa Iraqê bê kirin. Her wiha li nava îsal de jî Firokeyên F16 jî bêne teslîmkirin.
Heman demî de Ebas Beyatî, endamê lîjneya Asayîş û Bergirî li Parlemena Iraqê ragihand Iraq peymanekî li gel Amerîka kiriye ji bo kirîna firokeyên cûreya F16 û li meha hezîranê de ew firoke digihin Iraqê ku 4 firokene û bi tevahî keresteyên cengiyên xwe ve têne teslîmkirin.