Amerîka: Emê bi tundî bersiva êrîşên ser berjewendîyên Îsraîlê bidin
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Qesra Spî got ku pêwendîyek rasterast di navbera Îranê û komên çekdar ên ku êrîşî baregehên wê yên leşkerî dikin heye.
Kordînatorê Ragihandina Stratejîk a Civata Ewlekarîya Netewî ya Qesra Spî John Kirby, di civîna rojnamevanîyê de ragihand ku hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn rastî êrîşên grûpên çekdar ên ku Îran piştevanîya wan dike tê, lê Îran piştevanîya van koman red dike.
Kirby, diyar kir ku di navbera Îran û komên çekdar ên ku êrîşî hêzên DYA dikin de têkilîya rasterast heye û got ku ewê zêdetir çekan bişînin Îsraîlê.
John Kirby, diyar kir ku biryara operasyona bejayî ya Îsraîlê tenê di bin desthilata rêberê Îsraîlê de ye û her gefek li ser berjewendîyên Îsraîlê wê bi tundî bê bersivandin.