Hikûmeta Amerîka du kesan bi tometa pêdana bertîlê bi tometbar nasand ku her du jî li bajarê Hewlêrê dijîn.
Wezareta Dad ya Amerîka belavkir ku Mark Alan Fraidey temen 37 sal û Lare Cume Mihemmedî temen 30 sal li ser bingeha lêpirsîneke li dadgeheke Washington DC bi tometbar hatine nasandin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Dad ya Amerîka, ew du kesên tometbar bi bertîldana li babeta peymaneke Wezareta Berevaniya Amrîka û bi tometbar nasandina wan jî li çarçêweya hewlên wan daye ji bo rûbirûbûna gendelî û sextekariya li peymanên saziyên serbaziyên li derveyê Amerîka.
Li gor daxuyaniyê têgotin Mark Alan û Lare Cume kompanyaya wan li Hewlêrê hebûye û hewla bi destxistina peymaneke dane bo ku kelupel û xizmetguzariyên binkeyên serbaziyên Amerîka li Iraqê dabîn bikin û ji bo vê mebestê jî bertîlê dane berpirseke artêşa Amerîka ya li binkeya asmaniya Hewlêrê.
Wezareta Dad ya Amerîka balkişand li ser wê yekê ku têgotin li destpêka sala 2020 da Mark Alan û Lare Cume hewldan hinek pere bidin berpirseke warê belênderên(muteahid) artêşa Amerîka ku % 20 ê bihaya wê peymanê bûye didin kompanyaya wan û paşê jî pêşniyar kirine pereyeke kaş bidin, ew jî li beramber bi wan pêşkêşkirina peymanê ku li meha adara 2020 hatiye ragihandin.
Wezareta Dad ya Amerîka balê dikşîne li ser wê yekê ku ewê heye tometbarkirine û tometbarkirî jî bi bêtawan dibînin heta ku dadgeh doza wan yek alî dike.