Cîhan

Amerika: Divê Bexda bi erkê xwe rabe

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêwşaziya heyeteke Senatoya Amerîkayê bi Serokatiya Serokê komîteya hêzên çekdar ya Senatoyê Tim Kaine kir.Di hevîdtinê de Kaine kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Kurdistanê diyar kir û behsa armanca serdana xwe ya Kurdistanê kir û ragehand ku mebest ji vê serdanê ewe daku ji nêz ve ji rewşa Kurdistanê agehdar bibin.Heyeta Amerîkayî herwiha spasiya hikûmet, hêzên pêşmerge û gelê Kurd jî kir ku karîne jibilî şerê dijî terorîstên DIŞIê hevdem pêşwazî ji hijmareke zêde aware û penaberan jî bikin û bi her awayî jî hevkariya wan penaberan bikin.Heyet herwiha dilgiraniya xwe ya li hember pêşrewiyên terorîstên DIŞIê û nebûna planeke baş bo şerê dijî terorîstên DIŞIê diyar kir.Heyet herwiha anî ziman ku vê di civînên xwe yên li gel rayedarên Îraqê de daxwaza vê yekê bikin ku roleke zêdetir bi suneyan were dayîn daku bikaribin bi awayekî baştir şerê dijî terorîstên DIŞIê bikin.Heyet herwiha piştgîriya xwe jî bo dilgiraniyên Kurdistanê yên li hember Bexdayê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku lazime Bexda di her warî de behra Kurdistanê bide.Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî jiber serdana han spasiya heyeta mêwan kir û hevkariyên gel û hikûmeta Amerîkayê yên di warê leşkerî û însanî de bo Kurdistanê bigirîng wesif kir.Barzanî herwiha daxwaz ji heyeta mêwan kir daku bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevkariya her du aliyan bike.

Back to top button