Cîhan

Amerika bi diyarkirina roja hilbijartina Parlementoya Kurdistanê keyfxweş e

Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşwazî li diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike û hêvî dike ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf bên kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jdaxûyakirin ku, Amerîka pêşwaziyê li ragihandina roja 20ê Cotmehê, wek roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike.

Herwiha got: “Hilbijartinên Herêma Kurdistanê binemayeke girîng a proseya demokrasiyê ye û em çaverê dikin ku hilbijartin bi awayekî azad û zelal û bê paşxistin bên kirin.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button