Kultur

Amedsporê bi Kurdî Cejna Remezanê pîroz kir


Klûba Amedsporê bi boneya Cejna Remezanê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî peyamek pîrozbahiyê weşand.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2.emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de ji bo şampiyoniyê têdikoşe, bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek pîrozbahiyê weşand. Amedspor a ku peyama xwe bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî weşand, bi Tirkî jî pîrozbahî kir.

Di peyama Kurdî ya Cejna Remezanê de bi zaravayên Kurmancî û Zazakî “Cejna We Pîroz Be! / Roşanê Şima Bimbarek Bo! ” Hat nivîsandin.




Back to top button