Civak

Amedspor: Bi biryara hatî dayîn barê me giran dikin

Li Diyarbekirê Midûriyeta Lavan û Sporê dest danî li ser dihatûyên Amedsporê. Sedema vê yekê jî ewe ku, Amedspor kira stada ku tê de yariyên xwe dileyzê nedaye.Ji bo nedana kira stadyumê Midûriyeta Lawan û Sporê ya şaxa Diyarbekirê, Amedspor daye îcrayê û bi rêya dadgehê dest danîne li ser hemû dahatûyan wan.

Di vê derbarê de berpirsên Amedsporê daxûyaniye ragihandin. Amedspor di daxûyaniya xwe de dibêje: Piştî yana Fenerbahçe leyiztikvanên herî zêde di nava Amedsporê de cih digrin. Amedspor bi çalakiyên xwe  hêzara ciwan hênî leyiztika fotbolê kiriye û berê ciwana dide sporê. Amedspor xizmetek mezin ji Diyarbekirêre dike. Şûna ku Midûriyeta Lawan û Sporê pişgiriya me bike û barê me sivik bike, bi vê biryara xwe barek gelek giran daye li ser milê me.

Yana Amedspor berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Li diyarbekirê 2 milyon nifus dijî. Em nûnertiya vî bajarî di astek baş de ya sporê dikin. Ev biryara hanê di rêya pêşketina me de astenga çêdike. Lê emê deynên xwe bidin û ji vê aloziyê jî paş xwe ve bihêlin.

Back to top button