Amarên girtiyên BDP-ê
Li gor raporeke BDP ku di malpera Yenî Polîtîka de hatiye weşandin, îstastika girtiyên BDP-ê ji 13 nîsana sala 2009ê heta çileya pêşîn a sala 2011ê eşkere dike:
– 7748 kes hatine binçavkirin
– 3394 hatine zîndanî kirin
Li gor vê îstastîkê rojane 9 kurd hatine binçav kirin ku, 5 ji wan hatine zîndanî kirin.
Li gor rapora BDPê piştî hilbijartinên 12 hezîranê destserkirina endamên BDP-ê bi awayekî ber bi çav zêde bûye û dest bi binçavkirin û girtina berprisên BDP û serokê şarederiya hatiye kirin.
Ji meha gulana îsal heta nuha:
– 5 endamêm komîteya nawendiya BDP-ê
– 12 endamên meclisê
– 28 serokên bajar û bajarokan
– 46 rêvebirên bajar û bajarokan
– 13 şaredar û cîgirên wan û
– 29 endamên meclisên bajar û şaredariyan
hatine girtin.