Polîtîk

Altan Tan serdana Komeleya Ciwanên Kurdistanê kir

Parlementerê BDPê Altan Tan serdana Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê kir

Damezirandina Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Diyarbekirl dengek mezin veda. Di cih de bi daxwaziya wezereta nvxwe dozeran li dijê Komeleyê dijê navê Kurdistanê doz vekirin. Lê Ciwanên Kurdistanê ji dev navê welatê xwebernadin.

Tan li komelye Ciwanên Kurdistanê digere

Piştî vekirina dozê gelek aliyên siyasî, xelkê herêmê serdana Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê dikin û pişgiriya xwe ji bo wan, ji bo navê Kurdistanê didin nîşandan.

Di vê çerçovê de parlementerê BDPê Altan Tan jî serdana Komeleyê kir û pişgiriya xwe da nîşandan.

Parlementerê BDPê yê Diyarbekirê Altan Tan belgeyên ku ji bo rakirina navê Kurdisntanê û daxistina tabeleya Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê dinêre û berpirsên Komeleyê agahdariyê didin ..

Altan Tan soz da ciwanan ku dê vê pirsê bibe parlementoya Tirkiye û di parlementoyê de behsa vê yekê bike.

Back to top button