Cîhan

Almanya wê alîgirên Hamasê dersînor bike

Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Faeser diyar kir ku ji bo dersînorkirina alîgirên Hamasê wê hemû rêyên qanûnî bi kar bînin.

Faeser di daxuyanîya xwe ya ji bo rojnameya Bild am Sonntag de got ku niyeta wan nîne alîgirên Hamasê li Almanyayê bi cîh bikin.

Dema ku pirsa nêrîna hikûmeta Alman a li ser alîgirên Hamasê hat pirsîn, Faeser wiha bersiv da: “Emê ji bo dersînorkirina alîgirên Hamasê hemû rêyên qanûnî bi kar bînin”.

Faeser, diyar kir ku hêzên înfazê yên Alman ji bo ewlekarîya cihûyên li welêt çi ji destê wan tê dikin û got: “Xemgîn im ku gelek malbat bi fikar in. Ev jî peyama ku emê bidin hîn girîngtir dike: Bê guman em li kêleka we ne. Ji bo paraztina we emê her tiştî dikin”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button