Cîhan
Almanya dîsa bi bihayê 12 milyon Euro çek firoşt tirkiye
Dewleta Almanya her çende çendîn care ragihandibûn ku ewan firoştina çekan ya bi tirkiye qedexekirine, lê belê îro jî li gor ajansa medyayî ya Deutsche Welle, dewleta Almanya bihayê 12 milyon 800 hezar Euro çek firoştiye tirkiye.
Li gor ajansa Deutsche Welle ragihandiye şîrketên Almanya amêrên çêkirina firokeyên bêfirokevan bi bihayê 12 milyon û 800 hezar Euro amêrên çekan firoştine artêşa tirkiye.
Wekî tê zanîn dewleta Almanya sala derbasbûyî li meha cotmehê de ji ber êrîşa dewleta tirkiye ya li ser Rojavayê Kurdistanê firoştina çekan ya ji bo tirkiye qedexe kiribû.