Almanya di warê nîjadperestîyê de serî dikşîne
Li gor lêkolîna ku Yekîtîya Ewropayê (YE) li 13 welatên endam pêk anîye, kesên reşik herî zêde li Almanyayê rastî cudakarîyê tên. Di lêkolîna Ajansa Mafên Bingehîn a Yekîtiya Ewropayê (FRA) ya ku navenda wê li paytexta Awûstûrya Viyanayê ye, hat diyarkirin ku li Almanyayê di 5 salên dawî de pirsgirêka nîjadperestîya li hember reşikan gelekî zêde bûye.
“Li YE yê Reşbûn”
Di derbarê koçberên reşik ên nifşê yekem û duyemîn de li 13 welatên endamên Yekîtîya Ewropayê yên wek Awûstûrya, Belçîka, Danîmarka, Fînlandîya, Fransa, Îrlanda, Îtalya, Luksemburg, Polonya, Portekîz, Spanya û Swêd lêkolînek hat kirin.
Ji sedî 76 Beşdarên bi eslê xwe Afrîkayî yên beşdarî anketê bûn diyar kirin ku ji ber eslê xwe û rengê çermê xwe di van 5 salên dawî de li Almanyayê bûne mexdûrên nîjadperestîyê.
Ji her sê kesan ji sedî 2 (ji sedî 65) diyar kirin ku di 12 mehên dawî de rastî nîjadperestîyê hatine. Di rapora FRAU yê de, li Awûstûryayê bi rêjeya ji sedî 72, wek Almanyayê, rêjeya bilind a nîjadperestîyê hatiye tesbîtkirin û Fînlandîya jî bi rêjeya ji sedî 63 di rêza sêyemîn de ye.
Lêkolînê ji bo Polonya (ji sedî 20) û Swêd (ji sedî 25) nirxên anketê yên herî kêm ji bo heyama pênc salên dawî destnîşan kir.
Bi navînî li 13 welatên Yekîtîya Ewropî yên lêkolînkirî, ji sedî 45 ê beşdaran gotin ku ew ji ber eslê xwe, rengê çerm an ola wan di van pênc salên dawî de raserî cihêkarîyê bûne. Di lêkolîna berê ya sala 2018an de ev rêje ji sedî 39 bû.