Aliyên siyasî nêzikî hev dibin
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, civîna îro ya derbarê kirîza serokatiya de gelek erênî bû û her 5 aliyên beşdar di civînê de li ser 13 xalan lihev kirin.Îro her 5 partiyên beşdar di hikûmetê de li hola şehîd Seid Ebdullah li bajarê Hewlêrê bi hev re civiyabûn. Civîna îro danê sibehî dest pê kir û heta piştî nîvro dom kir.Piştî civînê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên derbarê naveroka civîna îro de daxuyanî da rojnamevanan. Fûad Hisên ragihand, civîna îro gelek erênî bû û nêrînên aliyan gelek nêzîkî hev bûn.Fûad Hisên got: “Civîn erênî bû û danûstandinek berhemdar bû û encamên baş jî hebûn. Aliyên beşdar di civînê de li ser 13 xalan ku pêwendî bi yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hebûn, li hev kirin. Me lihev kir ku jibilî şandên her 5 partiyên sereke, nûnerên pêkhateyên din ên wek tirkman û mesîhî beşdarî civînên dahatî bin.”Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê helwest an jî biryara aliyên beşdar derbarê sîstema siyasiya Kurdistanê û herwiha awayê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê de wiha got: “Li ser mekzanîzma hilbijartina serok hêj lihevkirin çê nebûye û ev mijar bo civîna dahatî hat paşxistin. Lê derbarê sîstema Herêma Kurdistanê de ku gelo çawan be, serokatî be yan jî parlemanî, me lihev kir û em li ser sîstema parlemanî rêkevtin.”Fûad Hisên derbarê helwesta Amerîkayê li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî axivî û got: “Amerîka gelek bi aşkere û bi zelalî ji aliyên Kurdistanê re ragihand ku ew ligel mana Serokê Herêma Kurdistanê Meûsd Barzanî heta hilbijartinên dahatî ne.”Hisên da xuyakirin, Helwesta Amerîkayê bi rêya şanda Amerîkayê ku di civîna êvariya 18ê Tebaxê ya 16 partiyên Kurdistanê de amade bibûn, ji aliyan re hat gotin. Herwiha şanda Amerîkayê careke din helwesta xwe di civîna 5 alî ya şeva 18ê Tebaxê de dubare kirin.Fûad Hisên derbarê civîna dahatî ya li ser kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de got: “Civîna bê dê roja yekşemiya dahatî 30ê Tebaxê li Hewlêrê were lidarxistin û dê tê de mijarên ku di civîna îro de hatin paşxistin werin gotûbêjkirin.”