Cîhan

Alîkariyên Kwêtê bo Kurdistanê berdewam dibin

Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11.09.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Omer Elkenderî konsulê giştiyê dewleta Kwêtê yê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir û di civînekê de tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Kwêtê hat kirin.Konsulê Kwêtê behsa têkeliyên dualî, ew hevkariyên mirovî yên dewleta Kwêtê bi rêya rêxistinên mirovî ji bo koçber û penaberên destê terorê yên li kampên Herêma Kurdistanê dabîn dike kir, tekîd li ser berdewamiya wan hevkarî û alîkariyan kir û sipasiya sazî û rêxistinên xêrxwaziyên Herêma Kurdistanê kir ku hevahengî û hevkariyeke baş dikin daku ew alîkarî bi awayekî rast û dirust bigihn kampên koçber û penaberan.Nêçîrvan Barzanî sipasiya dewlet û emîrê Kwêtê kir ji bo wan alîkarî û hevkariyên gihandine koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û got ku wan alîkariyan piçke ji barê giranê li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê siv kir.Serowkezîr got ku Herêma Kurdeistanê dixwaze baştirîn têkelî digel dewleta Kwêtê hebin û Herêma Kurdistanê dê bi germî pêşwaziyê li sermayedar û kompaniyên Kwêtê bike ku bihên li Herêma Kurdistanê di warên cuda da sermayeyê xwe birazînin.Rewşa Navxweyî ya herêma Kurdistanê, pirsa referendum û paşeroja têkeliyên Hewlêrê bi Bexdayê re di civînêde hatin gotûbêj kirin.

Back to top button