Roja 02.01.2020an bi sedan alîgirên mîlîsên Heşdî Şebî ji parêzgeha Nînowayê ber bi Bexday bi rêketin.
Bi armanca piştevaniya Heşdî Şabî û beşdarîkirina merasîma kuştina Fermandarê Spaya Quds Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendis bi sedan kes ji Nînowayê ber bi Bexdayê bi rêketin.
Medyaya Iraqê belav kiriye bi mînîbus ê otobûsan bi sedan kes ji Nînowaê çûne Bexdayê bo ku beşdarî merasîma yadkirina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs bibin.
Biryare sibehê merasîmeke mezin li meydana Tehrîr a Bexdayê bi minasebeta yadkirina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs birêve biçe.