Polîtîk

Alî Bozan: Kurdistan heqîqet e, rastî nayê guhertin

Parlamenterê HEDEP ê Mêrsînê Alî Bozan di axaftina xwe ya li Meclîsê de got: “Kurdistan heqîqet e, heqîqet nayê guhertin. Ez Kurd im û navê axa ku ez lê ji dayik bûme Kurdistan e”.

Dema hefteya borî di axaftina Parlementerê Agiriyê Sırrı Sakık a di Lijneya Giştî ya Meclisê de gotina ‘Kurdistan’ hat gotin, Serokê Lijneya Giştî yê MHPê Celal Adan di dawiya axaftina xwe de heqaret li Sakik kiribû.

Li hember gotin û heqareta Celal Adan, wekîlên HEDEPê bertek nîşan dan û gotina Kurdistan bû rojeva meclîsê.

Wekîlê HEDEP yê Mêrsînê Alî Bozan jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser axaftina Sirri Sakik û wiha got:

“Birêz Serok, 100 salên destpêkê yên komarê bi înkarkirina Kurd û Kurdistanê derbas bûn. Dema ku em dikevin sedsala duyemîn ev înkar berdewam dike. Divê tu kes bi înkarê bêhêvî nebe. Kurdistan heqîqet e. Rastî nayê guhertin. Ez kurd im, navê welatê ku ez lê ji dayik bûme Kurdistan e. Yên ku dîroka xwe nizanin, dîroka xwe naxwînin ji bilî nezanî û tarîtiyê tiştekî nabêjin. Dema ku hûn hinekî berê xwe bidin Împeratoriya Osmanî, hûn ê bibînin ku Rojhilat û Başûrê Rojhilat parêzgeha Kurdistanê bû. Hûnê bibînin ku herêma Rojhilatê Behra Reş parêzgeha Lazistanê ye”.

Back to top button