RojevVîdeo

Ala Kurdistanê û rûreşiya PKKê!

Li rojavayê Kurdistanê êrîşên çêkdarên PKKê li himber baregeh û ofisên PDKSê û ENKSê berdewamin. Herî dawî li devera Dirbêsiyê grubek çeteyên girêdayî PKKê êrîşê ofia ENKSê û PDKSê kirin. Agir berdan ofisan. Lê ya herî kirêt ewe ku Ala Kurdistanê şewitandin.

Ew ala ku sembola netewekiye wek kelemeke di çavên PKKê û hevalbendên wan de. PKK di vê qonaxê de van çalakiyan dike da ku rê li diyaloga di nava kurdan de li rojavayê Kurdistanê de hayî bigre. Ji ber ku, di serî de Amerika û hêzên hevpeymana li dijê DAÎŞê hewldidin ku yekrêziyek di nava ENKSê û PYDê de çêbibe.

Demekî fermandarê HSDê Mazlum Ebdî hewlda rolekî bileyze , lê dixweyê ew jî ne di wê îradeye ku li dijê fermana PKKê tevbigere. Bûyerên heta wek niha ev yek daye xûyakirin û dide xûyakirin.

Eger ev siyaseta PYDê, HSDê û aliyên PKKê li rojavayê Kurdistanê berdewam be, dê encam bibe milisiya hezên rejima Suriye. Yanî dê li bingehê xwe vegerin.

Back to top button