Serokê IYI Partiyê yê şaxa bajarê Sakarya, li himber Ala Kurdistanê ku di hevdîtina serokê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiye de hatibû danîn bertek nîşanda û ji bo Ala Kurdistanê got pancike. Selçuk Kiliçarslan hesabê xwe yê Twitterê de dibêje: Cenabê wezîr xwarina wê çibû? Şorba paşikan bû?
Serokê IYI Partiyê bi vî awayî bê rêziyê li Ala Kurdistanê dike.
Tê zanîn ku dema serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Enqere kirî di hevdîtinek li gel wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu pêkanî. Di hevdîtinê de li ser mase Ala Kurdistanê, ya Tirkiye û Iraqê hebû. Gelek Tirkên nijadperest ji vê yekê aciz bûn û li himber vê hukumeta Tirkiye rexne kirin.
Parlementerê CHPê Sezgin Tanrikulu jî li himber daxûyaniya serokê IYI Partiyê yê şaxa Sakarya, daxûyaniyek di Twîttera xwe da belav kir. Tanri kulu dibêje Ala Kurdistanê Meşruye û ew ala hun dibêjin paçika, li gora destura Iraqê wek Ala herêma Kurdistanê hatiye qebul kirin.
Bê guma di vê derbarê de gelek tişt tîne gotin, nijadperestên Tirk li dijê Ala Kurdistanêne, hinek ku bi navê kurdeyatiyê siyasetê jî dikin wek nijadperestên Tirk li dijê Ala Kurdistanê ne.