Nivîsar

Al nirxê netewiye

 

Al ji bo her neteweyekî sembole. Taybetî ji bo neteweyên bindets rolê sembolên netewî gelektir tê holê. Ji bo mirov xwe ji bîr neke, li himber asimilasyona nijadperestan bikaribe xwe biparêze xwedî derketina nirxên netewî gelekî girîng e û heta pêwistiyeke.

Li Bakurê Kurdistanê demekî beşê herî pişketî yê Tirka kurd wek miletekî napejirandin. Ti nirxek yê kurdan qebûl nedikirin. Lê tekoşîn û xebata hatî kirin navê Kurdistanê, Ala Kurdistanê heyina welatê kurdan da qebûl kirin.

Dema kurd di çalakiyên xwe de Ala Kurdistanê bilind bikin ev bi serê xwe naverokekî dide wê çelakiyê. Bi awayek din Al sembola netewiye û şeref û hisiyeta miletekiye.

Tirk bi zanebûn Ala Kurdistanê wek Ala “Bakurê Iraqê“ “ Ala Barzanî “ didin nasandin. Tirk vê gelek bi zanebûn dikin. Ya Tirkan tê fam kirin. Nijadperestîya wan vê rêyê dide helwesta ku datînin holê.

Lê dema kurdek yan jî yên bi navê Kurdeyatiyê siyasetê dikin dijê Ala Kurdistanê derdikevin û qedir û bahayê didin ala dagirkera nadin ya welatê xwe ev delila herî mezine ku, tişta dikin ne kurdeyatiye. Mirov çi navî lê bike bila bike lê ne kurdeyatiye.

HDP tu çalakiyê xwe de Ala Kurdistanê ranakê. Ji ber ku ew jî bi zihniyeta dewleta dagirker dibêjin ev “ Ala Barzaniye“.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê cara yekem civînek ya xwe li Diyarbekirê Ala Kurdistanê dalikandin. Piştre sala 2011ê li Qoserê minasebeta bîranina Barzanî Ala Kurdistanê bilind kirin.

Herweha vê tevgerê di hemû çalakiyên xwe de Ala Kurdistanê wek sembola netewî rakirin û radikin.

Wek din jî PDKT, PAK, HAK-PAR û aliyên din jî Ala Kurdistanê radikin.

Lê çalakiyên girsehi de PKK û derdora wê naxwaze Ala Kurdistanê bê rakirin û bi tundî dijê wê derdikevin. Heta radeyekî gelek caran ji polisên dewletê behtir xwe aciz dikin û dixwazin Ala Kurdistanê bînin xwar.

Divê her partiyek, rêxistinek û tevgerek xwe Kurdistanî dibîne vê helwesta HDPê bi tundî şermezar bike.

HDP ji aliyekî bi navê kurdeyetiyê dengê kurdan bigre , aliyek din şerê nirxên Kurdistanî û netewî bike nabe. Ya girîng ne ewe ku HDP çi dike. Girîngî ewe ku helwesta aliyên din li himber vê helwesta HDPê çîye.

Ez nivîsa xwe beşek helwestek ya Mîr Kamuran Alî Bedirxan dawî tînim.Sala 1932ê Dr. Kamuran Bedirxan dibêje:

Rohanîya dil û çav.

Dîyarîya Dê û Bav.

Pesîra we roj û tav

Spehetîya ax û av

Ala Kurdan serbi ser

Sor û Gewre Kesk û Zer.. 

Bedirxan wateya rengên Ala Kurdistanê jî bi vî awayî dide nasandin:

Kesk ; Sirust û xwezeya Kurdistan e 

Sor ; Xwîna Şoreşgerên Kurdistan e 

Zer ; Rohanî û Azadîya Kurdistan e 

Spi ; Aşitîya Kurdistan e Her Bijî…

 

11.3.2015

Dara Bilek

 

 

Back to top button