Al a Swêd li ser baregehê NATO yê hate bilindkirin
Ala Swêdê li baregeha NATO yê li Brukselê hat bilindkirin. Di rewerismekî de endametiya Swêd hate pîroz kirin. Sirûda neteweyî ya Swêdê hat xwendin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg axavtinek kir û got: Ew nûnertiya 32 welatan dikin ku ji bo pêşîgirtina şer û parastina aştiyê dixebitin.Niha 32 Al bi hevre bilindin.
Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson jî di axavtina xwe de got: Me ti hilbijart û te jî em hilbijartin. Yek ji bo hemûyan, hemî ji bo yekî.
Serê sibê Kristersson û Stoltenberg civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin û tê de Swêd careke din weke endama NATOyê hat pêşwazîkirin.
Crown Princess Victoria di nav kesên ku beşdarî merasîmê bûn de hate dîtin. Serfermandar Micael Bydén û hemû serokên partiyên Riksdagê (Parlementoya Swêdî) jî ji bo rewrismê hatibûn vexwendin.