Nawenda AKPê bi şandekî berfireh serdana Diyarbekirê kir û civînek li gel berpirsên partiyê li Diyarbekir û xelkekî kirin. Di civînê de xelkê gazindên xwe anîn ziman û behsa pirsgirêkên xwe kirin.
Cîgirê serokê AKPê Hayatî Yazici axavtinekir û di beşek axavtina xwe de behsa pirsa çareseriyê kir û got: Divê partiyên siyasî bi projeyên xwe bikevin nava rikeberiyê. Divê di rikeberiyê de nirxên civakî neyên bikaranîn. Fatîh Siltan Mehmed çiqas nirxê me be Silheddîn Eyyubî jî ewqas nirxê me ye, nivîskarê Mem û Zînê jî nirxê me ye. Dibêjin Ak Partiyê dest ji çareseriyê berdaye. Na me dest jê bernedaye, me rêbaza çareseriyê guhert. Rêxistinê dawî li proseyê anî. Bi handana hêzên din gotin Ak Partî qels bûye û dawî li pêvajoyê anîn”
Endamê komiteya Navendî yê AKPê Alattin Parlak jî axavtina xwe de got: “Hinek alî van hevdîtinên me wek amadekariya hilbijartina pêşwext şîrove dikin. Tiştek wisa nîne. Wê hilbijartin di hezîrana 2023yê de çêbe. Em li nav xelkê digerin û guhdarî pirsgirêkên wan dikin. Niha jî herî zêde di warê aboriyê de em pirsgirêkan dibihîsin. Emê hewl bidin van pirsgirêkan çareser bikin. Bila were zanîn jî warê pirsa kurd de gavên herî mezin ji aliyê Ak Partî ve hatine avêtin.”