Cîhan
AKP pişgiriya rêxistina Brayên Misilman dike
Wezîrê dewletê yê berpirsê pêwendiyên derve yê Emiratên Erebî Enwar Gargaş li ser hesabê xwe yê Twitterê daxûyaniyek ragihan û behsa siyaseta Tirkiye li himber welatên Erebî kir.Gargaş dibêje:Pêwendiyên Tirkiye û welatên Erebî ne başin. Divê Tirkîye rêzê li serweriya welatên Ereb bigre. Divê Enqere bi akilane pêwendiya li gel welatên Erebi deynê.Tê zanin ku dema Erebiya Siudî, Misir, Emiratên Erebî û Behreyn li dijê Qeterê helwest danin, Tirkiye li cem Qeterê cih stand û li dijê siyaseta welatên din yê Erebî li gel Qeterê tevgera.Li gora nûçeyeka ya Reuters, Emiratên Yekgirtiyên Erebî xwe astengek ji bo Îslamiya Radikal dibîne. Herweha didin xûyakirin ku AKP pişgiriya rêxistina “Birayên Misilman“ dike.