Rêxistina Parêzgeha Amedê ya Ak Partîyê li gelek xalên bajêr afîşên bi zimanê Kurdî li ser bîlboardan daliqandin.
Ji ber hilbijartinên giştî yên serokkomarî û parlemento yên ku wê di 14ê Gulanê de bên kirin, Rêxistina Parêzgeha Amedê ya Ak Partîyê li gelek xalên Amedê afîşên bi zimanê Kurdî daliqandin.
Yek ji bîlboardan biwêja “Dijminê bav û kalan, nabe dostê lawan” bû. Di hilbijartinên berê de AK Partîyê li Amedê pankartên bi Kurdî bi kar anîbû. Tê payîn ku hilbijartina serokkomarîyê di navbera namzedê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu û namzedê Tifaqa Gel Recep Tayyîp Erdogan de bê kirin.
Helbet biwêja Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan ji bo hemû alîyan derbas dibe. Bi vê biwêjê mebesta AK Partîyê CHP û Kiliçdaroglû ye. Lê divê neyê ji bîr kirin ku AK partîyê jî têra xwe zirt û gef li Kurdan xwariye, Kurd kujtine û di desthilatdarîya wê de her cûre zilm li Kurdan hatiye kirin.