PolîtîkRojev

AKP ji bo desthilata xwe biparêze

Li Tirkiye desthilat plan û projeyên parastina desthilatiya xwe dike. AK Partî û MHP wek Tifaqa Cumhur bi hevre hewldidin yasaya hilbijartina biguherin. Ji xwe ji bo guhertina yasayê di parlementoyê de dengê herdu partiyan besin. Benda hilbijartina ji % 10 daxistin % 7. Ev pêşniyar niha amadeye û herdu partiya li ser hev kiriye. Di vê derbarê de Erdogan û Bahçelî jî ev yek eşkere kirin.

Pîştî vê gavê endamê rêveberiya AK Partiyê Şamil Tayar daxûyaniyek da û dibêje:Mademkî me dest guhertinê kir,gerek ev yek bê temam kirin. Pêwiste em ji bo hilbijartina sistema “Herêma Teng”((Single-member district) bînin û li gora wê herin hilbijartina. Dê hingê Tifaqa Cumhur kêmasî 400 parlementoya dest ve bîne. Tayar berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Wek mînak niha li Dilokê(Entab) 17 parlementer derdikevin. Dê 17 herêmêm hilbijartina li Dîlokê hebin û Tifaqa Cumhur dê hemûyan jî destve bîne.

Sistema “Herêma Teng” çiye: Li gora vê sistemê çenda parlemente hebin ewqas herêmê hilbijartinê çêdibin , di her herêmekî de tenê parlementerk derdike û sekeftinê tîne. Kijan partî yan jî kandîdatek serbixwe dengê herî zêde bîne ew serdikeve.

Back to top button