Li gora rapirsîneka dezgehê lêkolînê TEAMê li darxistî, di nava kesên mutedeyîn û muhafazakar de dengê AKPê kêm dibin, lê muxalefeta heyî jî baweriyê nadê wan.
Li gora rapirsînê, Erdogan pişgiriya hilbijêrên mutedeyîn % 12 winda kiriye.Di nava kesên mutedeyîn û muhafazakr de AKP % 5.5 û MHPê jî % 4.1 deng winda kirine. Yên ku berê xwe didin CHPê ji % 14.4 ê bûye % 18.1. Pişgiriya IYI Partiyê jî di nava vî xelkekî de bûye % 11.5.
Hilbijartinên sala 2018ê kesên ku dengên xwe dayin MHPê niha berê xwe dane cihên din û ji % 45 berê xwe ji MHPê veguhaztine û dê dengên xwe bidin partiyek din.