AKP ber bi herifandinekî ve diçe
Damezerê AK Partiyê Ayhan Sefer di daxûyaniyekî de behsa rewşa AK Partiyê dike û didê xûyakirin ku Ak Partî bi biryara ji dûrxistina Davutoglu hêdî hêdî berbi herifandinekî ve diçe.
Li gora daxûyaniya Seferoglu, Ak Partê berbi MHPê ve diçe û dibê partiyek malbatî. AK Partî ketiye di bin teserufa çeteyek 5 kesî de û wan ekonomiya Tirkiye jî têkbiriye.
Tê zanin ku serokwezîrê berê Davutoglu û 5 navên girîng di nava AK Partiyê de ji partiyê hatin dûrxistin.
Ayhan Seferoglu di hevpeyvînek ya xwe de dibêje ku; Me hinek rexne di nava partiyê de kirin, ev rexneyên me ji aliyê xelkê ve jî dihatin gotin. Me digot ku sistema serokkomariyê rûnenişt. Bi vê rewşa heyî sistema serokatiyê hinek astenga di reveberiya dewletê de peyda dike. Cîgirên serokkomar diviya bi hilbijartin werin kifşkirin. Parlemento bê bandor kirine û tu pêwendî di navbera wezîrên hukumetê de nemaye.
Berê AK Partiyê guh dida fikrên cuda û rexnegerî tiştek gelek normal bû.Dema me behsa van tiştan kir hinek aciz bûn. Roja Ak partî hatê damezirandin gotine Erdogan hêja li bîra mine. Erdogan gotibû: “ Îro dibê rojek ku, oligarşiya serokan dawî tê“ Lê mixabin niha em dinêrin di nava AK partiyê de desthilata serok bê sinor bûye û gihaye asta herî bilind.