AKnews hat girtin
Rêvebirê ajansa nûçeyan AKnews bi nivîsekê girtina AKnewsê Îlan kir.
Duhî, Bedran Ehmed rêvebirê AKnews di nviîsekê de li jêr navê (Nûçeya dawî: AKnews rawestiya!) di nivîse ku,ew ji ber rewş û tengasiyên darayî neçar in AKnews bidin rawestandin. Berî çar salan AKnews hatibû vekirin û bi her du zaravaên kurdî (kirmancî û soranî), erebî û îngilîzî weşana xwe dikir.
Ev li jêr nivîsa berpirsên AKnews ê bixwîne:
AKnews dê bê rawestandin, jixwe di dema nivîsandina vê gotarê de jî sekiniye. Ev jî keserk mezin e bo min ku ji ber rewş û tengaviya darayî em neçar in AKnewsê bidin sekinandin. Min di jiyana xwe de li gelek dezgehên rewşenbrî de kar kiriye û min gelek dezgeh jî bi destê xwe ava kir, lê li nav wan hemû dezgehan de dilê min bi AKnewsê xweş bû. Ji ber ku ez di wê baweriyê de bûm AKnews dê bikare peyama min ya ku ji zarokatiya xwe ve digot ‘emê welatê xwe ji destê zulmê rizgar bikin û civakekî xweş û azad ava bikin’ bigehîne herderî. Di destpêkê de min digot li hember vê armanca bilind pere nabe zêde girîng be lê pere û xercên pêwîst bo rêvebirina AKnewsê jî ji şiyana dezgeha Aras dûr bû.
AKnews, ajansek yekcar serbixwe bû. Dibe ku hinek caran tiştek bixeletî hatibe belavkirin lê di heyama 4 sal karê xwe bi qasî serê derziyê pişta tu aliyekî siyasî negirt. Helbet li welatekî de ku hevrikiya siyasî teng û tund didome û hertiş li gorî pîvanên tengên hizbî tê nirxandin, gelekî zehmet e mirov bikare bi awayekî bêalî kar bikî. Ev bixwe belgeya herî baş ya serkeftina AKnewsê ye.
Renge niha na, lê demê pêş dê rojnamevanên kurd bi serbixweyî û jêhatîbûna AKnewsê şanaziyê bikin. Helbet mirov dikare rexne li asta nûçeyan yan kêmbûna agahiyan bike, ez jî hinek caran van rexneyan qebûl dikim lê ev tiştekî giştî ye û kes ji me baştir xwe negihandiye jêderên nûçe û agahiyan.
Şanaziyek mezin bû ku AKnews biryar da, heta heke nûçe rast be jî, nûçeyên bêjêder û bêbingeh belav neke. Lê li nav medya kurdî de nûçeyên bêbingeh û buxtan tijî ne.
AKnewsê nedikarî di rewşek wiha de bi firotina nûçeyan xwe birêve bibe û li ser lingê xwe bisekine, ji ber ku tu dahata medya li devera me de tune û alîkariya darayî ji medya re tê kirin, bitaybet heke ev sazî, ajansek rêzdar be û nûçeyên “buxtan” û bêbin belav neke ku piraniya xelkê jî tiştên wiha dixazin.
Armanca me ji avakirina AKnewsê, ew bû ku em nûçeyên bêalî, pîşeyî (profesyonel) li bara Kurdistan û Iraqê, bo raya giştî ya navxwe û cîhanê bigihînin. Em di vê de jî ser ketin û kes nikare jibilî vê yekê tiştek din bêje. Bi hezaran nûçeyên me ji aliyê rojnameyên biyanî ve hat weşandin. Em kanala herî rastgo bûn li Iraqê; welatê ku dengê rasteqîne gelekî kêm jê tê bihîstin.
Peyva dawî; li AKnewsê, bi sedan rojnamevan, çi wek peyamnêr û çi wek nivîskar (editor) bi awayekî profesyonel hatin amadekirin û gihîştinê. Piraniya wan bi girîn xatir ji AKnewsê xwestin. Ez bo dilsozî û karê wan yê biqîmet û rojnamevaniya profesyonel, gelekî supasiya wan dikim. Bêguman ev rojnamevan li kuderê kar bikin, ezmûna ku ji AKnewsê fêr bûne dê biparêzin û dê geşe bidinê bo ku ruhê Ajansa Nûçeyan ya Kurdistan-AKnews- zindî bimîne.
Bedran Ehmed Hebîb: Rêvebirê AKnewsê