PolîtîkRojev

Akar:PKKê 13 hemwelatiyên me înfaz kirine

Wezîrê Berevaniya Tirkiye Hulusî Akar di derbarî operasyona Garê de daxûyaniyek da û behsa rewşa herî dawî kir. Akar da xuyakirin ku,Operasyon dawî bûye, di operasyonê de 48 çekdarên PKKê hatine ji navbirin û wan di şkeftekî de termên 13 hemwelatiyên di destê PKKê de wek dîl diman dîtin.

Akar dibêje ku, ev operasyonek gelek gring bû, Ji bilî ji navbirina 48 çekdarên PKKê 2 kes jî bi saxî hatine girtin. Akar li gel fermandarên hêzên çekdarên Tirka ev daxûyanî li Şirnek li ser sinor di nawenda operasyonê de da.

Akar berdewamiya daxûyaniya xwe de got ku, di destpêka operasyonê de 3 efserên me jiyana xwe ji dest dan.Di operasyonê de 3 endamên berpirsiyarên PKKê jî ji nav hatine birin.

Akar da xûyakirin ku, dema operasyonê de, di şkeftekî de termê 13 hemwelatiyên Tirkiye yên ku di destê PKKê de bûn hatiye dîtin.Hemû gule berdane serê wan û ew înfaz kirine. Tê zanin ku 2 kes ji wanê di destê PKKê de endmên MITê bûn.

Back to top button