CivakRojev

Akademîsyen Hifzullah Kutum hat azadkirin

Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum yê ji ber parvekirina “Bijî Kurdistan” berî çend rojan hatibû girtin, biryara berdanê hat dayîn.

Parêzer Mehmet Emîn Aktar li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir, “Muwekilê min Hifzullah Kutum ê di 6’ê Mijdarê de hat girtin, li ser îtîraza me ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Elezîzê ku doz lê hatibû vekirin, hat berdan.”
 

Akademîsyenê Zankoya Firat a Elezîzê Hifzullah Kutum di 5ê Mijdarê de ji ber parvekirinên xwe yên twîtterê ji kar hat dûrxistin, paşê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin û bi biryara dadgehê hate girtin.

Kutum ji ber ku wî roja 14ê Îlona 2021an li ser hesaba xwe ya torên civakî, Şoreşa Îlonê bi wêneyê Mele Mistefa Barzanî pîroz kiribû, derbasbûna Pêşmerge bo Kobanê wek cejn pênase kiribû û Salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi wêneyê Serok Mesûd Barzanî pîroz kiribû, hatibû binçavkirin.

Back to top button