Ak Partî nikare pirsa kurd çareser bike
Duzel dipirse: Eve 8 salin Ak Partî li ser hukume. Partiya ku herî zêde dixwaze pirsa kurd çareser bike Ak Partiye. Lê vê pirsê çareser nake. Gavik, pêş yek li paş tavêje, Ji bo çi Ak Partî nikare vê pirsê çareser bike?
Bersiv: sedemên bingehîn hene ku Ak paretî nikare. Yekem ew traditiona Ak Partî jê hatiye, duyem xelkê dora partiye, sê yem jî aliyê din yê Firatê. Hêjî di Ak Partiyê de “ Milli Gorus“ (qewmiyên netewî) hene. Di rayên Ak Partiyê de xwîna qewmiyetê heye.
Mamustayê zanîngeha Berkeley Doç.Dr. Cîhan Tugluk, berdewambûna bersivên xwe de dibêje ku; di rastiya xwe de Ak Partî partiyek qewmî û îslamiye.
Duzel dipirsê: Gelo di partiyê de qewmiyet li pêşe yan îslamiyet?
Doç.Dr. Cîhan Tugluk, di bersiva xwe de balê dikşîne li ser rewşa siyasî û dibêje: Wek zanyarek yê zanyariya civakî ez dibêjim Ak Partî partiyek qewmiya Tirk e.Salên 1970-ê, MHP-ê digot ku; “ Em wek çiyayê xwedê Tirk û wek çiyayê Hira jî misilmanin“ Yanî bi kurtahî di nav Ak Partiyê de baweriyên “Turk Islam sentezî“ giraniyê de ye. Ev di nav dewlet û civatê de jî belav bûye.
Mamustayê zanîngeha Berkeley Doç.Dr. Cîhan Tugluk dibêje ku Ak Partî, gelek zanebûn siyaseta qewmiya îslamî rêve bir.
Duzel dipirse: Başe madem ASk Partî zehftir berbi qewmiyeta tirkî ve diçe, çima bixwaze pirsa kurd şareser bike? nakokiyek li vê derê tuneye?
Doç.Dr. Cîhan Tugluk:Ak Partî partiyek qewmiye, lê gelek profesyonelî kar dike û ber bi liberalîzmê ve diçe. Wek minak partiyek tenê qewmî be nikare TRT 6-ê veke. Lê di nawenda baweriya Ak Partiyê de berjewendiyên qewmiya Tirk heye.
Duzel : Başe Tirkiye ber bi parçebûnê ve diçe?
Doç.Dr. Cîhan Tugluk: Di bingehê xwe de Tirkiye ji sala 2003-ê ve ber bi parçebûnê ve diçe. Hukumetên ji berî 2003-ê ev zemîn amade kirine. Niha pirs gelekî girift bûye û mirov nikare ji nav derkeve. Piştî li Bakurê Iraqê dewletukek a kurda çêbû, dinya insana hate guhertin. Hêdî kurd û qewmiya kurd bûye tiştek din. Zimanê kurdî hêdî zimanê fermî yê wê nîvdewletêye. Dema rewş ewbe , kurd dibêjin bila ew dewlet mestir bibe û da ku em hemî bikaribin di navde cih bikrin. Lê tiştek din heye.
Duzel Ew çiye?
Cîhan Tugluk: Niha gelek kurd li bajarên Tirkiye hene, sibe Kurdistana mezin û yekgirtî jî bête avakirin ew venagerin. Lê dê wê demê helwesta qewmiyên Tirk jî dê li himber van kurdan bête guhertin.
Ak Partî,pirsa kurd şûnde dide, dixwaze rojane vê pirsê îdare bike. Tu armanca wê ji bo demek dirêj tuneye.projeyên wan yên çareseriyê jî tunene.
Werger :Rojevakurd