Kultur
Ajansek nû dest weşana xwe kir
Li Rojhilatê Kurdistanê ajansek nû ya nûçeya dest weşana xwe kir. Ev ajansa nû bi zimanê Kurdî(kurmancî û soranî)farisî û ingilîzî weşanê dike. Di derbarê vekirina ajansê de berdevkê ajansê dibêje: Ew Ajans ji ber hebûna valahiyek mezin ya medya û çapemeniya azad û serbixwe li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatiye avakirin û dê nûçe û raporên berfireh yên nû li ser Rojhilat û parçeyên din jî belav bike.
Malpera ajansê da zimanê Îngilizî, Farsî, Kurdî -her wisa Kurdî bi tîpên Latînî jî- cî digre. Di malperê de beşek taybet ji bo Mafên Mirovan jî hatîye amadekirin.
Herwiha hat ragihandin medya kurdî dikarin nûçe û raporên bala van dikşîne ji beşa Kurdî, navê ajansê (wek çavkanî) destnîşan bikin û biweşînin.
http://www.kurdpa.com