Ajansa nûçeyan a jinan JINHA dest bi weşana xwe dike
Îsal 102’emîn salvegera 8’ê Adarê wê bê pîrozkirin. 8’ê Adara îsal dê şahidiya destpêkeke nû bike. Ajansa nûçeyan a Jinan (JINHA) roja 8’ê adarê dest bi weşana xwe dike. Midûra ajansê ya beşa tirkî Hazal Peker diyar kir ku di encama lêkolîneke berfireh de em dest bi weşana xwe dikin. Em gotinên “Û em dinivîsînin bêyî ku bibêjin ka zilam çi difikirin” a Vîrgînîa Woolfê esas digirin. Peker destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku pêşiya feraseta çapemeniya ku zilam wekî kirde, jin jî wekî heyber dibînine. Peker anî ziman ku lewma wan jî wekî alternatîf biryara weşana ajansê dane.
102’emîn 8’ê Adara îsal dê şahidiya destpêkeke nû bike. Ajansa nûçeyan a jinan (JINHA) li Amedê di 8’ê Adarê de dê dest bi weşana xwe bike. Ajans bi kokteyla ku li navenda çanda Cegerxwînê dê dest bi weşana xwe bike. Li bajarên wekî; Êlih, Şirnex, Stenbol, Wan û Enqerê dê nûneriya ajansê bê vekirin. Ajan bi 3 midûrê nûçeyan û 10 kadroyên jin dest bi weşanê dike. Di encama xebateke 6 mehan de bi hevdîtinên rêxistinên jinan, rêxistinên saziyên sivîl û rojnamevanên jin re biryara avasaziya ajansê hat dayîn. Xebatkarên ajansê pêşî li ser azadiya zayenda civakî perwerde dîtin. Midûrê beşa tirkî Hazal Peker û midûrê beşa kurdî Hangul Ozbey pirsên ajansa DÎHA’yê yên der heqê ajansê de bersivandin.
* Hûn li cîhanê pêngaveke yekem diavêjin û ajansa nûçeyan a jinan ava dikin, hûn bi kîjan sloganê derketin rê?
Peker: Em yekemîn ajansa nûçeyan a jinan vedikin. Em gotinên; “Û em dinivîsînin bêyî ku bibêjin ka zilam çi difikirin” a Vîrgînîa Woolfê esas digirin. Em wekî ajansa nûçeyan a jinan armanc dikin ku nûçeyên bi zimanê zilam tên nivîsandin bi lênêrîna jinê şirove bikin û bi şêwazeke din bînin ziman. Herwiha dixwazin vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Armanca me ya esasî ew e ku em gotinên sosyolojîk ên obje-subje biguherînin. Hûn jî dizanin çapemenî li ser derûniya mirovan tesîreke mezin dike û rêça wan diyar dike. Lewma heta roja îro di nûçeyan de zilam her tim wekî kirde hatin dîtin, jin jî wekî heyber hatin nirxandin. Em ê hewl bidin jinên ku wekî nûçeyên rûpela 3’ê tên dîtin di rûpela yekemîn de bi tesîr biteyîsinin. Ji bo ku em vê ferqê derxînin holê me biryara avasaziya ajansê da. Me saleke beriya niha dest bi xebatên ajansê kir. Di nava salekê de nûçeyên ku li Tirkiye û cîhanê tên çêkirin tesîreke çawa li raya giştî dikin me berfirehî lêkolîn kir. Di encama lêkolîneke berfireh de em gihîştin wê encamê ku zimanê hiyarerşîk li ser civakan bi tesîr e. Lewma em ê ji vê derê destpê bikin. Bêgûman ji ber ku di cîhanê de ceribandineke yekemîn e, em ê rûhevî hin zehmetiyan bên. Lê em bi îdîane. Em ê zimanê çapemeniyê biguherînin. Piştî me ew ê wekî berê nebe. şîara me ya bingehîn dê ev be.
*Gelo dê ajansa we tenê nûçeyên jinan biweşîne, dê kategoriyên din jî hebin an na?
Peker: Em ê ne tenê nûçeyên jinan biweşînin. Em ê her awayê jiyanê bikin nûçe û biweşînin. Nûçeyên aborî, polîtîka, çand û hûner û jin dê bên weşandin. Tenê ew ê di nûçeyên me de zimanê zayendî nebe. Em ê nûçeyên xwe bi zimanê zayenda civakî azad dike bihûnin. Ji midûrê nûçeyên me heta kameraman, ji nûçegihan heta teknîker û mûhasebeyê dê hemû xebatkarên me jin bin.
* Yek ji rêgezên nûçegihaniya jinê jî rêjeya nûneriya wê û bilindkirina vê nûneriyê ye. Ew ê piştgiriyê bide pêşxistina nûneriya jinê ya di nava çapemeniyê de?
Peker: Em ê beriya her tiştî wekî hejmara saziyên çapemeniyê biguherînin. Ji ber ku saziyeke din tevî saziyên çapemeniyê dibe. Bêgûman di nav çapemeniyê de zêdebûna hejmara jinan û nûneriya wan ew ê di veguhertina civakê de tesîreke baş bike. Dema ku me wekî ajansa nûçeyan a jinan xebat dimeşandin me perwerdehiyên pîşeyî jî dan nûçegihanên xwe. Em ê wekî gava destpêkê statuya jinan a di nava çapemeniyê de zêde bikin. Ji bo me ya girîng ew e ku em nûçeyên tên ber destê me bi lênêrîna jinan bihûnin. Tevî vê yekê ajansa me dê piştgiriyeke mezin bide çapemeniyê jî.
* Hûnê xîtabî kîjan beşê civakê bikin? Kî dikare we bişopîne yan jî kî dikare bibe aboneyê we?
Peker: Yek ji armancên me jî ew e ku em wekheviya jin û zilaman pêş bixînin. Lewma em çarçoveyeke teng nafikirin. Ji 7 salî heta 70 salî em ê xîtabî her beşê civakê bikin. Jin jî mêr jî dikarin bibin abonên me.
* Çima ajansa nûçeyan a jinan?
Ozbay: Li cîhanê gelek ajansên nûçeyan hene. Gelek sazî û dezgehên çapemenî û weşanê hene. Di van saziyan de zimanê desthildatdariya zilaman serwext e. Dema ku mirov weşana van ajansan dinêre hema bibêje jin wekî tune tê hesibandin. Sedemên tundiya li hemberî jinê tên pêşxistin û wekî ku bûyerên ji rêzê ne tên teyîsandin. Me jî xwest em li hemberî vê yekê tiştekê bikin. Lewma me xwest em dengê jinê di çapemeniya cîhanê de biteyîsînin û ajanseke bi vî awayî ava bikin. Navê ajansa me Jin e. çima jin? Di kurdî de jin navê xwe ji jiyanê digire. Lewma em jî dibêjin, di vê cîhanê de jin bi reng û dengê xwe heye, divê hebe.
*Ajansa we dê bi çend zimanan weşana xwe bike?
Ozbay: Em ê bi 3 zimanan weşanê bikin. Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî. Em ê bi 3 zimanan xwe bigihînin hemû jinên cîhanê.
*Çima navenda ajansa we dê li Amedê be?
Ozbay: Ji ber ku Amedê navenda Mezra botan û şaristaniyan e. Yek ji sedemên din ê herî girîng jî birêxistinbûna Amedê ye. Li Amedê gelek sazî û dezgehên jinan hene. Herkes bi rehetî dikare xwe li Amedê birêxistin bike. Şert û mercên wê guncaw in. Lewma me jî biryar da ku em navenda ajansa xwe li vê derê vekin.
* Ajansa we li cîhanê mînakeke destpêk e hûn li benda eleqeyeke çawa nin?
Ozbay: Di dema xebatên avasaziya ajansê de me bi gelek kesan re hevdîtin pêk anîn. Eleqeyeke pir mezin hebû. Lewma em wisa difikirin ku ji vir û pê de jî ajansa me rastî eleqeyeke mezin bê.
*Xiruşa we di kîjan astê de ye?
Ozbay: Ji ber ku di cîhanê de destpêkek e, min xiruş û heyecaneke mezin jiyan kir. Bawer im dê ev heyecan bidome jî.
(Rudaw)