Ahmet Altan hate berdan
Ahmet Altan rojnemevan û nivîskarek naskiriye. Herweha Altan bi kesayeta xwe dîtinên xwe yên radikal û rastgotina xwe jî tê naskirin. Altan li Tirkiye kesayeteke di pirsa Kurd de gelek vekirî dîtinên xwe dibêje û nimûneyek yê kesayetên ku xwe wek demokrat li Tirkiye didin nasandine.
Altan nivîskar û berpirsê rojnameya Taraf a Tirkiye bû. Kesayetek bû di dema doza Ergenekon û Balyozê de nivîsandinên rasteqîn dinîvîsandin û ji şkênandina weseyeta leşkerî li Tirkiye rolek gelek berbiçav leyizt.
Piştî hewldana darbeya 15ê Temuzê li Tirkiye, Ahmet Altan li gel birayê xwe Mehmet Altan hatin girtin û ketin girtigehê de. Mixabin Altan bi tohmeta pişgiriya hewldana darbeya 15ê temuzê dihat darizandin.
Lê li Tirkiye û Raya Giştî de tê zanîn ku Altan tu cara ne dibe kesayetek ji cemeta Gulen û ne jî xwedî kesayeteke ku ji bo berjewendiyên kesayetê xwe biçemîne.
Azad kirina Altan dikare bibe sedemek cardin hinek rojnemevan bikaribin rastiya Tirkiye gotubêj bikin.