Cîhan

Agirbest û medya cîhanî

Agirbesta ku di navbera Amerikayê û Tirkiye de pêkhatî, di medya cîhanî de wek serkeftinek  a Tirkiye hate nirxandin. Li rojhilatê Firatê û rojavayê Kurdistanê, şer bû sedemk mezin ya kuştina sivîlan û destpêkirina penaberiyê ji bo Kurdan. Hemû welatan ji Tirkiye daxwaz dikira ku ev êrîş raweste û bi diyalog bikeve dewsa şer de. Lê Tirkiye guh li dinyayê negirt û wek xwe kir.

Amerika leşkerên xwe ji herêmê vekişandin û rê li êrîşa Tirkiye vekir. Rusya bo projeya pişgiriya rejimê pişgirî demekî jî be da Tirkiye.

Amerika gelek siza li ser Tirkiye danin. Lê nekevtin rojevê de. Cîgirê serokê Amerika, wezîrê wan ê derve li gel heyetekî serdana Tirkiye kirin û li gel Tirkiye li hevhatin.

Gelo medya cîhanî ev li hevhatin çewe nirxand?

 The Guardian:

“Pence û Erdogan li ser plana agirbestê li hev kir, lê Kurd dagirkeriyê red dikin”

“Mike Pence û Serokê Tirkiyê li Enqerê li hev kir”

“Rêkeftin wekî ku armancên kilît ên Tirkiyê bihêz dike dixuyê”

The New York Times:

“Di na wêrankariyê de, Agirbesta Trump destkeftiyên Tirkiyê yên Sûriyê saxlem kirin”

“Dibe ku agirbesta ji aliyê Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ve hatiye ragihandin li niştîngehên Kurdan ên bakurê Sûriyê mirinan rawestîne, lê belê tê çaverêkirin bihayê bandora Amerîkayê zêde be.”

“Rêkeftina Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Tirkiyê, ji bo Erdoganê ku erd qezenc kirine, sizayên hindik dide û Trump jî li paş xwe dihêle, serkeftineke bi giştî ye.”

Washington Post:

“Agirbesta Sûriyê destûrê dide ku Tirkiye herêma ewle biparêze û gefa dorpêçên Amerîkayê jî ji holê radike.”

CNN International:

“Mike Pence: Tirkiye û Amerîka li Sûriyê li ser agirbestê li hev kir”

“Pence: Trump ji bo agirbestê gelekî spasdarê Erdogan e”

 

 

Back to top button