Civak
Agir bi Bazara dîrokî ya Hewlêrê ket.
Agir bi Bazara Qeyseriyê ya dîrokî ya Hewlêrê ket.
Li gora agahdariyan şevîdîn demjimêr 20:30î de agir bi bazara dîrokî ya Hewlêrş ket û di cihde 16 tîmên agirvemirandinê ji bo vemirandina agir çûn cihê bûyerê.
Heta niha sedema şewata Bazara Qeyseriyê nayê zanîn lê tê gumankirin ku ji ber elektrîkê be. Parêzgar, Qeymeqam û Rêveberê Giştî yê Parastina Sivîlan ên Hewlêrê çûn cihê bûyerê û xebata agirvemirandinê kontrol kirin .
Li gora hinek welatî dibêjin, sedema şewatê bi hebûna perdeyên li ser eşyayan ve girê da û got:
“Berî niha şaredariyê hişyarî dabû esnafan ku perdeyan rakin, hinekan qebûl kiribû, hinekan jî nekir.”
Dibêjin ku, nêzîkî 20 dikana şewitîne.