Agahdarî û spasîyek
Ji ber nakokîyên pûç û mahne û sedemên vala îro xebata li Bakurê Kurdistanê xitimiye û qad û meydana xebata Kurdewarî bê sermiyan maye. Di vir de sûc û gunehên partîyên siyasî û bi taybet jî yên rêvebirên PDK Bakur pir e.
Nûrî Çelîk
Me gelek caran behsa PDK Bakur kir û rexneyên xwe anîn ser zimên. Me gelek caran behsa kirina siyasetek bi şexsiyet, bê wesayet û bê îcazet kir. Û me gelek caran behsa dastwerdanên Kurdên Başûr û bi taybet jî desttêwerdanên PDK Başûr kir û rexne li wan girt. Xuyaye hinek braderên Başûrî ev rexneyên me li ber çav girtin û helwestek rast û pîroz girtin.
Herî dawî me gotibû “ Rehma xwedê li PDK Bakur be “ û me fatîhe li ser ruhê PDK Bakur xwendibû. Piştî xebat û hewldanên ji bo yekkirin û yekîtîya PDK Bakur em bi ser neketin û terefek ji PDK Bakur dîsa bi çîrok û çîvanokan nakokîyên kevnare derxistin pêş û rê li ber yekîtîya PDK Bakur girtin. Wan braderan wek her carê xwestin ji xebata Bakur birevin, xwe nexin bin bar, wek her carê xwe bavêjin bin sîwana PDK Başûr, kongreya xwe li Başûr bikin û dîsa siyasetek bi wesayet û îcazeta PDK Başûr bikin. Bê guman ev yek hem ne li xêra PDK Bakur û hem jî ne li xêra PDK Başûr e. Piştî vê helwesta neyînî û rexneyên me, hinek brader û rayedarên dezgehên PDK Başûr bi rêya telefonê em agahdar kirin û gotin; “me rê nedaye wan kesên ku dixwestin kongreya xwe li Başûr bikin, me ji wan re gotiye herin pirsgirêkên xwe bi hevalên xwe re çareser bikin û kongreya xwe li Bakur bikin“. Herweha wan braderan anî zimên û gotin; “bêguman, heger ji me hat helbet wek bra û dost emê ji wan re alîkar bin lê emê tucarî desttêwerdanan di kar û barên wan ên siyasî de nekin“.
Ez dixwazim bêjim ku gotin û daxuyanîya wan braderan ji bo me cihê şanazî û pîrozbahîyê ye. Ez li ser navê xwe û hevalên xwe spasîya wan braderan dikim ji bo ku helwestek rast û durist danîne û ji bo nêzîkbûn û yekîtîya PDK Bakur gavek erênî avêtine.
PDK Bakur piştî şehîdkirina Saîd Elçî û heta îro li ser navê Rêbaza Barzanî hertim xwestine di bin sîya PDK Başûr û Barzanîyan de siyasetê bikin. Vê yekê hem ziyan daye PDK Başûr û Barzanîyan û ziyana mezin jî daye PDK Baakur û evîndarên Rêbaza Barzanî. Bi vê helwesta şaş û xelet rêvebirên PDK Bakur hem barê PDK Başûr û Barzanîyan girantir kiriye û hem jî PDK Bakur û Rêbaza Barzanî li Bakurê Kurdistanê lawaz kirine, têk birine û ji hev tar û mar kirine. Heger PDK Bakur giranîya xwe dabûya yekîtî û kar û xebata Bakurê Kurdistanê, wê îro rewşa Bakurê Kurdistanê cuda bûya, belkî evqas malkambaxî nedihat serê Kurdên Bakur. Heger PDK Bakur siyasetek bi wesayet û îcazeta PDK Başûr nemeşanda û giranîya xwe bida xebata Bakur, belkû îro hêz û alternatîfek xurt û Kurdistanî li Bakur hebûya û belkû PKK û dewleta Tirk jî îro nikarîbûna vê tofan û bobelatê bînin serê Başûrê Kurdistanê. Yanî, siyaseta bi wesayet û îcazet ji faydeyê zêdetir xisar û ziyan daye PDK û Rêbaza Barzanî.
Ji ber nakokîyên pûç û mahne û sedemên vala îro xebata li Bakurê Kurdistanê xitimiye û qad û meydana xebata Kurdewarî bê sermiyan maye. Di vir de sûc û gunehên partîyên siyasî û bi taybet jî yên rêvebirên PDK Bakur pir e. Ji bo qada xebatê bê xwedî û bê sermiyan nemîne, ji bo piştgirî û alîkarîyek rasteqîn ji Rêbaza Barzanî û Barzanîyan re bê kirin, yan divê hemû beşên PDK Bakur bibin yek û bi siyasetek serbixwe û Kurdistanî rûpelekî nû vekin, yan jî divê kesên ku ji siyaseta PDK Bakur ne razî ne lê dildarên Rêbaza Barzanî ne xwe komî ser hev bikin û gavek nû bavêjin. Di serî de KUKçî yên ku di demên borî de xizmet û fedakarîyên mezin ji bo PDK û Rêbaza Barzanî kirine û dikin xwe komî ser hev bikin. Di bin çi navî de dibe bela bibe, bêyî ku kes hevdu tohmetbar bike, divê rûpelekî nû vekin û bi ruh û fedakarîyek Kurdistanî Bakurê Kurdistanê ji Başûrê Kurdistanê re bikin sîper û mertal.