Ad Melkert xatira xwe ji Başûr xast
Duhî (21/08/2011), bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wî weke sekreterê Ban Ki-moon, Ad Melkert nûnerê sekreterê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Îraqê serdana herêma Kurdistanê kir û ji bo xatira xwe ji berpirsên herêma Kurdistanê bixaze bi mezine berprisên Kurdistanê re dîdar û hevdîtin pêkanîn.
Melkert li Selahedînê ji aliyê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Serok Barzanî di dîdara digel Ad Melkert de, balkişand li ser wê pîlana li deverên Sadiye, Celewla û deverên din yên ser bi wîlayeta Diyaleyê ve li dijî hevwelatiyên kurd tê gêran û got ku tadayeke mezin li wan navçeyan li kurdan hatiye kirin û wê yekê jî wisa kiriye ku, malbatên kurdan wan navçeyan bi cîh bihêlin û serok Barzanî got:
– Bi tu awayî em rê nadin ku ew pîlan li dijî hevwelatiyên me li wan deveran berdewam bibin. Em dê bi hemû hêza xwe wan parêz in û ew malbatên navçeyên xwe bicîh hiştine divê vegerin bo ser mal warên xwe. Divê hevwelatiyên kurd ji mal û jiyana xwe dilrehet bin.
Herwesa Serokê Kurdistanê got jî ku dive hemû pêkhatên deverê beşariyê di saziyên leşkerî û polîsan de bikin û dive balans di navera wan de bê ragirtin
Weke tên zanîn Ban Ki-moon sekreterê NY di 11ê îlona 2007ê de Stafan de Mistura wek nûnerê xwe yê taybet yê li Iraqê û piştî wî Ad Melker yê holendî hinart Îraqê. Û niha jî Martin Koblerê almanî tê cîyê Ad Melker digire.
Her duhî Ad Melkert nûnerê sekreterê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Îraqê serdana Berhem Salih serokê hikûmetê û Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê û çend berprisên din kir û xatira xwe ji wan xwast.
Nûçeya peywendîdar:
https://rojevakurd.com/politik/8161-Diplomatkar-alman-dibe-nner-Ban–moon-raq.htm