Abdullah Gul parlementerê BDP'yî negirtiye balafira xwe
Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, di serdana ku herî dawîn ji Qirgizistanê re kir de, parlementerê BDPê Adîl Kurt, ji lîsteyê derxistiye. Sedema vê biryara Gul jî, hevdu hembêzkirina parlementerên BDPê û gerilayan bûye. Eşkere bû ku, ferman daye peywirdaran ku parlementer Adîl Kurt negirine balafirê.
Serokomar Abdullah Gul, li ser bûyera Dîlokê, serdana Qirxizistanê talox kiribû û piştî merasîma li Dîlokê hat kirin, ji wir çûbû paytexta Qirxizistanê Bişkekê. Di nav heyeta ku bi Abdullah Gul re çûn de, parlementerên CHP, MHP û AKPê hebûn.
Derkete holê ku, piştî bûyera hembêzkirinê, serokomar Abdullah Gul, pirr qeheriye û talîmat daye peywirdaran û gotiye ku, ez di balafira xwe de, parlementerê BDPê Adîl Kurt naxwazim.
Li ser vê bûyerê parlementer Adîl Kurt, bi rojnameya Zamanê re axifiye û xwestiye ku Abdullah Gul, di vê mijarê de daxuyaniyê bide. Kurt, “berî serdanê ji min re têlefon kirin û gotin ku, ‘ji ber derfetan me di lîsteyê de hin nav derxistin’, niha eşkere bûye ku çima ez ji lîstê derxistime.”