Mixalifê Pûtîn di girtîgehê de mir
Saziya Cezayê ya Federal a Rûsyayê ragihand ku siyasetmedarê mixalif yê girtî Alexey Navalny di girtîgehê de miriye. Hevalên wî ji mirina wî Kremlin sûcdar kirin.
Siyasetmedarê mixalîf Alexey Navalny, ku li Rûsyayê bi îdiaya “avakirin, fînansekirin û çalakiya di nav rêxistinek tundrew de” girtî bû, li girtîgeha li herêma Yamalo-Nenets a li bakurê welêt mir.
Saziya Înfazê ya Cezayê ya Federal a Rûsyayê ragihand ku Navalny li Herêma Xweser a Yamal-Nenetskê jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 16ê Sibatê de li Girtîgeha Hejmara 3an girtiyê bi navê Alexey Navalny xwe nebaş hîs kir û hema hema yekser ji ser hişê xwe çû. Xebatkarên tenduristî yên saziyê bi lez û bez hatin û gazî ambulansê kirin”.
CÎGIRÊ BERÊ: HEKE RAST BE PUTÎN EW KUŞTIYE
Cîgirê berê yê Navalny Leonid Volkov, bi kuştina siyasetmedarê mixalif Moskova sûcdar kir. Li ser pirsa gelo ewê nûçeyê piştrast bikin yan na, Volkov got: “Rayedarên Rûsyayê li xwe mikur hatin ku Alexey Navalny di girtîgehê de kuştiye. Ji bo ku em vê yekê piştrast bikin an jî îsbat bikin ku ne rast e, tu rê tuneye”. Volkov got ku, “Eger rast be, Pûtîn Navalnî kuştiye”.
ROJNAMEVAN MURATOV: KUŞTIN
Rojnamevanê Rûs Dmîtrî Mûratov ê ku Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021an wergirtibû jî mirina Navalny wek “kuştin” bi nav kir. Muratov got ku ew bawer dike şert û mercên girtîgehê bûne sedema mirinê.