Serok Barzanî bi Antonio Guterres re civiya
Di çarçoveya 60. Konferansa Asayîşa Munchenê ya ku li Almanyayê tê lidarxistin, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, aliyan teqezî li ser wê yekê kirin ku divê aramiya li Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bê paraztin. Herwiha di civînê de hat gotin ku divê ewlekarî û serweriya Iraqê bê paraztin.
Di hevdîtinê de herdu aliyan anîn zimên ku nabe Iraq destêwerdanê di kêşeyên navçeyê de bike û amaje bi wê yekê jî kirin ku, herêm di qonaxek hestiyar re derbas dibe û daxwaz ji aliyên navçeyê kirin ku alîkariya aramiyê bikin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya rol û piştevaniya Neteweyên Yekgirtî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên tîma NY li Iraqê jî bilind nirxand.
Guterres ji bo rola wî ya erênî ya di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî.