Îdêal
Hezkirina afretê lihevhatî û îdêal hêsan e. Ya bedew û ciwan, bejin bilind, spî, por zer, çev sût, seke-sifetê wê yê şepal. Yan jî qemer, por esmer, ebed zerî, laqirdî û zaniyar. Gozel û besîret be, da ku şer û dew tune be, her tim dilnerm û qenc be, xwernê xweş çê bike, mal ter-temîz ke u hwd. Yanî afretê baş û xas, ê ku kevanîya male dike, zara xwayî dike, terbîyet û namûs, jina qenc û dayîke jêhatî, mirov bê zorbetî û çetinî dikare hez bike.
Hezkirina zelam lihevhatî û îdêal hêsan e. Ya zîrek û aqil, merd, serkeftî, ciwanmêr, zulcelal, ronakî, berpirsiyarî, maqûl. Her wekî her gav qesebek kulîlkan malê bîne, çêtire sed û yek werdek bavêje bin nigê kulfete. :-)) Wekî avto biha nik wî hebe, xanî mezin û fire, kar û xebatê baş. Helbet bejin bala wî, sûret e wî, çawa têlêvîzyonê de nîşan dikin. Xwedêgiravî tu pê re diçî navbajar da û her afretek dizivire û divê “ay gidî, bextê wê” :-)) (laqirdî dikim, bibexşînin, em zanin mêxûlî nik mêra zêde ye)
Weksen werin behsa zara jî bikin. Zarê îdêal hêsan e hez bikin. Yê feraset, guhdarî, rind hîndibin, xwe baş xweyî dikin, werzîşê dikin, mektebê xwe dirûst temam dikin. Ger dê bav jî guh nadin wan, tişt nîn e, vê bi xwe serwext bin, mejûyê wan qewî ye û psîkolojîyê wan qayîm e. Vê sebir kin. Yan jî zor guh didin, sitar nadin zara – telefonê dinêrin, hala kî ra xeberdaye, dikevin çentê û zarok mecbûr e her tişt sebir bike. Ma îdêal e!
Eger em heta vira fikirîn, werin keçik yan kurek hêja bibjêrin bona zarok. Ser kî ew bizewice, û paşî nevîyê hêja dinê bîne, yê kîjan qenc bixebite ser niştmanê hêja, tore malê û nefer ya îdêal û kevneşopî bidomîne û bibe bijîşk yan parêzer. Destpêke xwendinê xwe di zanîngehê îdêal de ser pêşekarî îdêal, ew payî xwe bide çawa dê bavê wê/wî îdêal in. Gelek tiştê îdêal hene mala xelqê dema niha. Bes ji kuva ewqas gihîştî yê ne îdêal derdikevin, ez matmayî dimînim.
Berdewemiya qeyas ser îdêal ên dê û bava, xuşk û bira, da- û bapîra, hogir û hevala, mezin û biçûka, serkar û sîyasetmedar, serokê hukumeta û meclîsa dihêlim ser we. Ne pêwîst e ez bidomînim.
Nav cîhanê îdêal de jîyan kirin bê zehmete. Em hatin vê diniyayê kêf û lezetê xwe bikin, ne wisa? Pirsê rîtorîka, ne hewce ciheb bidin. Mirova xerîb hêsan e pîvan bikin ji dera îdêal, ango her yek xwe îdêal dibîne û yên din jî çewtî û kêmasî. Ji buçûkayî em fêrbûne xwe bikin nav çîna (katêgorîya) îdêala. Bejin-bala îdêal, porê îdêal, diranê îdêal, neynûkê îdêal, çermê îdêal, xeysetê îdêal û hwd.
Belê, di cîhanê îdêal de, nav mirovê îdêal qenc e jîyan kirin. Bes ez nikarim bersiv bidin, da ku nav vê cîhanê de û mirovê wisa min nedît. Li diniyayê ku ez dimînim, mirovê yê herî xomalî, qîmet û maqûl pirrin. Ew jîyana îdêal nekin, lê belê dimînin herî îdêal û hêja di hemû ne îdêal nav seyyarê geş. Ser erda min, mirov jîndar û sax in, wisa jî kul û bêkemal in. Cîkî diçin dikevin, carna radibin ser xwe û riya xwe didomîn in. Li diniyayê ku ez dimînim, bedewbûna ruhê û xeysetê mirova ji bedewbûna beden û sifetê girîngtir e. Li dinyayê ku ez jîyan dikim, ne îdêal tije nin, ber vê jî temam e!
Der barê hezkirinê îdêal… Hezkirin – karûbar e. Ser xwe, karûbarê ser xeysetê xwe, karûbarê ruhê xwe. Daku bibin profêsîonal di her tiştî de, pêwîst e karûbar. Her wiha pêwîst e hez bikin xizmê xwe. Lê jêhatîbûn bi praktîkê tê. Eşk û hebandin – bawer e, hebandin – qebûl e, hebandin – ev dîtinê îdêal di her mirovek de. Hebandin – kirin e. Hebandin – rêdan e. Hebandin – xizmetkirin e. Hebandin ne yar e, hebandin – dil e.
Xweşbextî û dileşqî we’re dixwazim!
Memo Agatî