Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Mihemed Helbûsî civiya

Îro şemiyê piştî nîvro li Bexdayê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina kêşeyên di navbera wan de hatin gotûbêjkirin û tekez li ser metirsiya terorê û rewşa navçeyê bi giştî kirin.

Her du alî li ser giringiya hevkariya di navbera aliyên siyasî de ji bo derbaskirina kêşeyên heyî û parastina aramiya siyasî li welat û dûrketina ji encamên aloziya navçeyê li hev kirin.

Encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê û deverên madeya 140 a destûrê, aliyekî din yê civînê bû.

Back to top button