Polîtîk

Bakırhan: Divê êdî statûya Kurdan nas bikin

Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan, di axavtina xwe ya di Kongreya Parêzgeha Îzmîrê ya partiya xwe de got: “Êdî neçar in statuya Kurdan nas bikin. Em bi hezar salan li van xakan hebûn, hene û emê hebûna xwe bidomînin“.

Rêxistina Parêzgeha Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan û gelek parlamenter beşdarî bûn.

Bakirhan giraniya axavtina xwe da ser pirsa Kurd û ji Kurdan re doza statuyê kir.

Bakirhan got: “Pirsa Kurd pirsa înkarê ye. Kurd xwedî ziman û çanda xwe ne. Heta ku pirsa Kurd çareser nebe, xizanî û bêkarî çareser nabin. Heta îro li vî welatî nêzî 800 milyar dolar hatiye xerckirin da ku Kurd nikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û nasnameya xwe bi dest bixin”. 

EM DIXWAZIN STATÛYÊ BIDIN KURDAN 

Bakirhan bal kişand ser wê yekê ku “ew dixwazin statûya Kurdan ku hêmanên damezrîner ên van xakan in bê naskirin” û wiha dewam kir: “Kurd nikarin bi zimanê xwe konseran li dar bixin. Ev rewş şerma herî mezin e. Ji bo rakirina vê şermê û têkbirina vê polîtîkaya înkarê emê hîn bêhtir têbikoşin. Hikûmeta ku di van salên dawî de li zanîngehan beşên zimanê çûkan jî vekir, zimanê Kurdî paşguh dike û înkar dike. Dîsa di van salên dawî de li ser Yilmaz Guney, Ahmet Kaya û herî dawî jî Şeyh Saîd nîqaş kirin. Hevkarê biçûk (MHP) dibêje, Kurd li vî welatî metirsiya ewlehiyê ne. Lê Kurdên ku hêmana bingehîn a vî welatî ne tucarî nebûne tehdîd. Êdî mecbûr in statûya Kurdan nas bikin. Em bi hezar salan li van xakan hebûn, hene û emê hebûna xwe bidomînin”.

Back to top button