Polîtîk

Serokê Kurdistanê demana pirosesa demokrasiyê ye

 

Bi navê Xwedayê mezin

Xelkê xweragirê Kurdistanê
Malbatên şehîdan
Amadebûyên birêz, silav li we bin 

Ez xwe serbilind dibînim ku, îro li vê devera şoreşgêrên Kurdistanê bi we re şehîdên kîmiyabaran û anfalan bi rêz û hurmet ve bibîrtînin. Serê xwe li hember yad û canê paqijê wan şehîdan ditewînim.

Birêzan

Ev dever, di dîroka şoreşgeriya Kurdistanê de, xwedî çîrokên tejî serwerî ye,  ji ber hindê jî di dema enfalan de rijêma Bassê bi kîneke giran êrîş kir ser vê deverê, kîmiyabaran kirin û pişt re jî enfal kirin. Ew karesata rijêma Bassê bi serê vê deverê anî bitenê di dîroka rijêmên wek rijêma Bassê de cîya wa dibe. Êvariya 16ê nîsana 1987ê rijêma Bassê Şêxwesan, Balîsan û Kanîberdêy kîmiyabaran kir, hijmareke zêde ji xelkê xweştiviyê vê deverê şahîd bûn.

Serbazên rijêma Bassê piştî du rojan birîndarên kîmiyabaranê birine nexweşxaneyên Hewlêrê û piştî 9 rojan her li nexweşxaneyan zelam ji xêzanên wan hatin cuda kirin  û enfal kirin û heta nuha, weke bi sed hezaran enfalkiriyên din yên welatê me,  çarenivîsê wan nediyare.  Di roja 31ê temuza 1987ê careke din rijêmê Qasimawe, Balîsan, Tutme û Xetê kîmiyabaran kir.
Çavê bi kîmê rijêma Bassê li ser wê deverê bû, weke gelek deverên din yên Kurdistanê, ji ber ev dever yek ji melbendên şoreşê bû.  Rijêmê xanî û kaniyên wê bi TNT wêrankirin û rez û baxên deverê şewitandin, û bi vî awayî rijêmê mînakek din ya hovatiyê li hember xelkê Kurdistanê tomar kir.

Rola deverê û xelkê Xoşnawetî di şoreşa Îlon û Gulanê de û di şoreşa nû ya gelê me de gelek mezin û ber bi çav e. Ev dever melbendê baregayên pêşmergeyê Kurdisdtanê bûn, cîyê barega û melbendên patiyên kurdistanî bû. Xelkê vê deverê gelek zehmet dîtiye, wek pêşmerge, wek hêza Bergirî Milî û herwesa di xizmetkirin û hewandina pêşmergeyan de roleke mezin lîstiye.
Ev dîroka şoreşgêraneya devera Xoşnawetî ye û tu deman jibîr naçe, zehmetî, berxwedan û xizmeta devera Dola Balîsan û Şêxwesan dê di hizra hemû şoreşger û pêşmergeyên dêrîn de heta hetayê zîndî bimîne û ew nuha jî şanaziyê bi wan serwriyan dikin û ji nifşê nû re behis dikin.

Xelkê xweragirê Balîsan û Şêxwesanê

Em, weke hikûmeta herêma Kurdistanê, hest bi êş û azarên berkeftiyên çekê kîmiyayî dikin, em dizanin çend sale êş û azareke mezin têkelî jiyana wan kiriye, lê çekê qedexekirî, weke çekê kêmiyayî, tesîra wî û çareseriyeke binbir gelek caran dervey şiyanên pizîşkane jî. We, qurbaniyên çekê kîmiyayî, jiyaneke nexweş dît, lê îradeya Xwedayê mezin wisa kir ku, hûn mergê wan tawanbaran yên ku biryara kîmiyabaran we dayî,  jî bibînin.

Wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan hatiye raspardin ku, ya di îmkanan de be ji bo birîndar û berkeftiyên çekê kîmiyayî bike, hewil bide baştirîn çareserî bo  birîndaran bike, em dê li ser xebatên xwe ku birîndarên çekê kîmiyayî li herêma Kurdistanê yan li derveyê welêt çareser bikin berdewam bin.

Amadebûyên hêja

Hemû deverên Kurdistanê hêjayî avadankirin û giringîpêdanê ne, ev dever jî hêjayî hindê ye ku zêdetir giringî pê bê dan. Mirov dilxweş dibe dema dibîne piştî êrîşên hovane yên rijêma berê, nuha avadaniyeke ber bi çav li vê deverê dibîne, lê divê gelek karên din li vê deverê di warê cade, nexweşxane û pêdawîstiyên din de bên kirin. Her li vir em radigehînin ku, saziyên deverê û waliyê Hewlêrê teklîf dikîn ku, lêkolînê li ser kêmasiyên deverê bikin û li gor îmkanên hikûmetê, em we dilrehet dikin, xizmetên zêddetir pêşkeşî vê deverê bikin.

Em careke din dupat dikin ku hikûmeta Îraqa federal erkê  xwe yê exlaqî û qanûnî li hemebr deverên hatine kîmiyabarankirin û malbat û qurbaniyên kîmiyabaran û enfalan cîbicî nekiriye. Ji bona ku paşerojeke geş bo Îraqê bê misoger kirin divê ew birîn bên derman kirin û budceyeke taybet ji aliyê hikûmeta Îraqa federal ve bo vê deverê bê dabîn kirin. Li gor amarên wezareta karûbarên şehîdan û enfalkiriya ku, li ser dema kabîneya pêncem ya hikûmeta Kurdistanê hatiye encam dan, bi tenê ziyanên wêrankirina avahiyan, ajeldarî û zîraeta gundên herêma Kurdistanê zêdetir ji 9 milyar dolaran e. Me, weke hikûmeta Kurdistanê, bi budceyeke taybet hindek kar li vê deverê kirine, li gor îmkanîn xwe , em we piştrast dikin ku dê li ser xebatên xwe berdewam bîn.

Herwesa wezîfeyeke yasayî ye li ser milên hikûmeta Îraqa federal ku, biryarên dadgeha bala ya tawanan ya Îraqê cîbicî bike û tezmînat bide malbatên qurbaniyên jênosîda. Hata nuha hikûmeta Îraqê ev wacibê xwe bicî nekirye û em vê yekê bi binpêkirina qanûnî û exlaqî dinirxînîn.

Biryara me bû ku weke kabîûneya heftem ya hikûmeta Kurdistanê, li ser astê cîhan û navdewletî zêdetir giringiyê bi nasandina wan kokujiyên li hember gelê me hatine kirin bidin. Di vê çarçoveyê jî de, hûn hemû agadarin, li ser astê parlamentoyên dewletên Ewropayê pêngavên baş hatine avêtin. Pêwîste bi berdewamî ji bona nasandina jênosîda derheq gelê me li ser astê cîhanê bixebitîn. Çavê me li biryarên mezintir yên dewletên dinyayê ye daku rê li pêşiya dubarbûna tevkojiyan bê girtin. Herwesa li Kurdistanê jî bîranînên kîmiyabaran û enfalan bi beşdariya  kesayetî, pispor û şarezayên cîhanî hatin saz kirin.
Ji bo van pêngavên giring yên hatîne avêtin, em sipasiya nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên derveyî welêt, parlamenterên kurd û dostên kurd li parlamentoyên cîhanê, rêxistinên kurdî û revenda kurd û dostên kurd li derveyî welêt dikîn.

Xelkê xweştiviyê Kurdistanê

Hêşta gelek kar maye em bikîn da bigihîne kurdistaneke timam avadan û tejî xizmetgozarî, tiştê ku erkê hikûmetê be dê bike ji ber ku xizmetkirna hevwelatiyên Kurdistanê ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê şerefeke mezin e.  Li vir, weke hevwelatiyekê welatekî wek Kurdistanê, hişiyariya xelkê Kurdistanê jî giring e li hember erkên li ser in. Hêşta gelek pirosesên demokrasî û hukimdarî hene ku, divê ji miteleqê berjewendîyên netewî em lê binêrîn.

Li vir ez bang li hemû xelkê deverên veqetandî, ew deverên hilbijartinên wîlayetan lê tên kirin, dikim bi awayekî aktîv beşdariyê di hilbijartinên wîlayetan de bikin û biçin dengê xwe bidin.

Her li vir ez dixwaz im bêj im ku, pirosesa demokrasiyê li Kurdistanê di atmosferekî gelek baş û saxlem da ye, bi taybetî ku li Kurdistanê parlametoyekî çalak heye. Herwesa birêz serokê herêma Kurdistanê zemaneteke giring daye pirosesa demokrasiyê ku, dema hilbijartinan diyar kir û qebûl nekir hilbijartin ji dema xwe ya qanûnî paş bikevin. Wezîfeya hemû aliyên kurdistanî ye, desthilat û opozisyon, bi mesulîyteke mezin li ser vê meseleyê tevbigerin, ji ber ku erkê mezin yê niştimanî li ser milê hemû alîyekî ye û pêwîstiya me bi yekrêzîyeke mokime ku, bikarîn bi hêzeke mezin îsrarê li ser mafên xwe bikîn û li hemebr nifşê nû şermezar nebîn.

Careke din serê rêz û hurmetê  bo şehîdên vê deverê û hemû Kurdistanê ditewînîn û sipasiya hemû aliyan dikim ku, beşdarî di vê merasinê de kir. Hewesa tekîd dikim ku, yaku di îmkanên me debe, weke hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo xizmetkirina vê deverê erkê meye û hûn hêjayî hemû xizmetkariyan in di çarçoveya şiyanên hikûmeta herêma Kurdistanê de.

Gelek sipas

 

Back to top button