Bilgen: Hun li ewropa keyfa xwe binêrin bila zarokê Kurda bedel bidin
Di hevdîtinekîde rojnemevana ji Bilgen pirsin: Tu dixwazî cardin bibî kandîdatê şeredariya Qersê? Di bersiva xwe Bîlgen dibêje: Em dixwazin kesên ku ser partiyan re difikirin û xizmeta bajêr ji xwere dikin armanc timekî çekin û bi vî awayî şeredariyê bikin. Lêkolîn vê yekê pir zelal nîşan didin: Em dixuye ku em wekî kesan pir pêş de ne, lê hevkariyek dê ji me re motîftir be
Kaplan bertek nîşanî daxûyaniya Bîlgen da û wiha got: “Dema ku qeyûm hat tayînkirin li ser peyarê du rekat nimêj kir, ger bi ser bikeve vê carê dê nimêja cinazê bike. Lê Ayhan Bîlgen tu carî aqil nabe. “Siyaset bi berxwedanê tê kirin, ne bi feydeyê.”
Di nîqaşa devkî ya di navbera wekîlên berê yên HDP’ê de Bîlgen ji Kaplan re got, “Em ancax dikarin ewqas bikin. Hûn li ser navê me hemûyan li Ewropayê li ber xwe didin.”
Kaplan got, “Pir baş e, hevalên te di doza Kobanî de girtî ne. Çima hûn azad in? Bîlgen li ser pirsê wiha got, “Ji ber wê dozê 2 caran hatim girtin û 17 mehan mam girtigehê de. Di dozê de 108 bersûc û 18 kes jî girtî ne. Sedema binçavkirina wan kesan ew e ku yên hatin berdan jî wek we ji bo ku neçin girtîgehê çûne derveyî welat. Ez difikirim ku divê hûn bi kûçikê xwe re kêf bikin. Bersiv da û got: “Bila zarokên kurdan yên belengaz jî bedelê xwe bidin.”