Civak
Serokwezîr tevlî merasîma derçûyên zanîngeha Dihokê bû
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî merasîmên ahenga derçûyên gera 28ê ya zanîngeha Dihokê bû û gotarek pêşkêş kir. Serokwezîr di gotara xwe de got: Hindî astengan ji bo me çê bikin û deriyan li me bigirin, em dê deriyên nû vebikin. Herweha Mesrûr Barzanî
pîrozbahî li derçû û mamosta û kesûkarên derçûyên gera 28ê ya zannîgeha Dihokê kir û hêviya serkeftinê ji bo qonaxa piştî zanîngehê ji derçûyan re xwast..
Mesrûr Barzanî di axvtina xwe de behsa çend xalên girîng kir û got:
- Zanîngeha Dihokê di şert û mercên dijwar de hatiye damezrandin û bi xweragirî û westiyana mamostayên wê roj bi roj zêdetir ber bi pêş ve diçe. Zanîngeha Dihokê yek ji zanîngehên here baş û giring ên Kurdistanê ye û parek ji derçûyên wê li cihên cuda cuda berpirsên berçav in û xizmetê dikin.
- ser astê Ewropa û Rojhilata Navîn girjî û alozî û şer berdewam in û tirsa berfirehkirina wan aloziyan jî heye. Wî ron kir ku em Kurd dizanin verêja şerî çend wêranker e û got: Lewma em daxwazê dikin ku dawî li aloziyan bê û kuştina welatiyên sivîl bê rawestandin û arêşe bi rengekî aştiyane bên çareserkirin.
- Ger yekqebûlkirin û wekhevî û dadperwerî hebe, çavkaniyeke mirovî ya zêde li deverê heye, û ger bi rengekî baş bê îdarekirin, hingê Rojhilata Navîn dê bibe yek ji deverên pêşkeftî yên cîhanê.
- Ji bo vê meremê jî, me hemî arîkarî kirine û me erkên xwe bi cih anîne û em li bendê ne ku Hikûmeta Federal mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêze.
- Peywendiyeke berdewam bi Serokwezîrê Îraqê re heye, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewam serdana Bexdayê dike, dîwanên çavdêriya darayî yên herdu hikûmetan jî zanyarên pêdivî didin aliyên peywendîdar, lê heta niha jî wekî pêdivî mafên xelkê Herêma Kurdistanê û taybet mûçe nehatine çarekirin û dabînkirin.
- Em dizanin rewşa jiyana karmend û fermanberên Herêma Kurdistanê dijwar e û ev çend meh in mûçeyên xwe wernegirtine. Divê ji bo hemî xelkê Kurdistanê ron û eşkere be ku ev hemî givaştin in ji bo ku em destan ji mafên xwe yên destûrî berdin. Me daxwaza wekhevî û pêkvejiyanê li deverê kiriye, me tenê daxwaza mafên xwe yên destûrî kiriye.