Kultur

Sonda ‘axavtina bi Kurdî’

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe li Amedê çalakiyek girîng û pîroz li dar xistin û sond xwarin ku ewê di jiyana xwe de ji zimanê Kurdî pê ve tu zimanê din neaxivin. Ziman hebûn û nasnameya milletekî ye. Di vê serdema asîmîlasyonê de xwedî li zimanê Kurdî derketin erka herî pîroz û erka her Kurdê netewperwer e. Rêxistin û partiyên ku xwe Kurdistanî dibînin û piraniya zarokên wan bi Kurdî nizanin, divê van xort û ciwanên Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe ji xwe re bikin mînak û di her ast û her warî de bi zimanê Kurdî biaxivin.

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe li Qada Şêx Seîd a Amedê hatin cem hev û bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî sond xwarin ku ji niha û pê ve di jiyana xwe de ji bilî Kurdî zimanekî din bikar neynin.

Beriya ku endamên Platforma Ciwanên Azad bên Qada Şêx Saîd, polîsan li qadê “tedbîr” girtin. Piştre jî ciwan li Qada Şêx Saîd hatin cem hev.  Bi Kurdî bersiva polîsan dan

Di navbera ciwan û polîsan de diyalogek balkêş pêk hat. Polîsan di derbarê çalakiyê de bi Tirkî pirsên xwe kirin û ciwanan jî bi Kurdî bersiv dan. Piştî ku destûra sondxwarina bi Kurdî hat dayîn, ciwanan sedema çalakiya xwe bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî ji raya giştî re ragihandin.

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad got: “Li Kurdistanê gelek çalakiyên protestoyî hene ku emê gav bi gav bi rêbaza berxwedana pasîf pêk bînin. Çalakiya me ya yekemîn soza jiyana bi Kurdî ye”. Piştî daxuyaniyê ciwanan dest bi sondxwarinê kirin. Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe diyar kirin ku heta Kurdî li axa wan bibe zimanê serdest ewê çalakiyên xwe bidomînin.

“Miletê me ji zimanê xwe şerm dike”

Endama Platforma Ciwanên Serbixwe Asmîn Evîndar got: “Miletê me ji ziman û çanda xwe şerm dike. Em dixwazin vê bişkînin.”

Abdulsamet Kubula jî got: “Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em di rêya Kurdistanê de dildar û fedakar in. Ne hewceye ku tiştekî din bêjim”.

Hin ciwanên Kurd jî piştgirî dan merasîma sondxwarinê.

Rêwî Şerwanî diyar kir ku ew ne endamê Platforma Ciwanên Serbixwe ye û go: “Lê ezê her tim li gel wan bim. Ezê piştgiriya wan bikim. Ez birayê wan im“.

‘Divê gelê me li zimanê xwe vegere’

Ji alîgirên çalakiyê Ferhat Kurdistanî jî wiha got: “Ev çalakiyek pir pîroz e. Pêwist e bûyerên wiha zêdetir biqewimin û gelê me jî li zimanê xwe vegere“.

Çalakiya Platforma Ciwanên Serbixwe bi sondaxwarina Kurdî bi dawî bû.

Back to top button