CivakRojev

Zordariya çeteyên PKKê ser zarokan berdewam e

Li Qamîşlo rojavayê Kurdistanê zarokek  temenê 15 salî ji aliye çeteyên bi navê“Ciwanên Şoreşger“ hetiye revandin.

Ji roja bandora PKKê li rojavayê Kurdistanê çêbûyî  berdewamî zarokên temen biçûk bi darê zorê direvînin û dibin leşkeriya icbarî. Bi hezaran zarok bi vî awayî hatine revandin û li Suriye deverên wek Dêrezor û cihên din ên ereban ketina  nev şer de û jiyana xwe ji dest dane.

Kar û barêbn çeteyên bi navê Ciwanên Şoreşger ewe ku, li malen xelkê de zarokên temen biçûk birevînin û wan bi çek bikin. Ev yek tawaneka mirovatiyê ye. Ew jin û diyen di refên PKKê de dibin şahide van bûyeran û deng nakin gelek xerîbe . Rastî wan giyanê dayikbûnê jî winda kiriye.

Çeteyên PKKê zarokek bi navê Mihemed Ebdulla Hemed ku temenê wî 15 salin revandine û çarenûsa wê hêja nediyare.

Malbata Mihemed pir hewl dan û li saziyên Rêveberîya Xweser û baregehên PYDê li pey şopa zarokê xwe çûn lêbelê tu agahî derbarê wî neketin destê wan.

Ev helwesta PKKê û wan ve girêdayî ya PYDê ji aliye NY ve tê zanîn û div ê derbarê de bala PYDê hatiye kişandin. Lê ew tu cara guh nadin tu Peyman yan jî destûrek navnetewî ku mafê mirovatiyê diparê ze.

Back to top button